Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Akin Gurlek, li gel malbat û parêzerên Rojîn Kabaîşê civiya.
Rojîn Kabaîşê dema li Wanê zanîngeh dixwend canê xwe ji dest dabû.
Di civînê de bipêşketinên dawî yên lêpirsînê hatin nirxandin.
Hat eşkerekirin ku dê telefona Rojîn Kabaîşê ji bo lêkolîna teknîkî bişînin Çînê.
Wezîr Gurlek diyar kir ku ew dê dosyeyê bi hemû aliyên wê ve ji nû ve binirxînin.
Li gorî agahiyên li ser malpera fermî ya Wezareta Dadê, Akin Gurlek li wezaretê bi malbat û parêzerên Rojîn Kabaîşê re civiya.
Di civînê de, lêkolînên teknîkî yên di pêvajoya lêpirsînê de û daxwazên ji bo delîlên nû hatin nirxandin.
Hat diyarkirin ku Serokatiya Daîreya Lêkolîna Sûcên Kiryaranediyar li ser dosyeyê dixebite.
Hat destnîşankirin ku ew rasterast lêpirsînê bi rê ve nabin lê ew piştgiriya teknîkî didin.
Dê telefona wê bişînin Çînê
Wezîr Gurlek da zanîn ku telefona Rojîn Kabaîşê berê ji bo lêkolînê şandibûn Spanyayê.
Gurlek eşkere kir ku di pêvajoya nû de ew plan dikin ku analîza teknîkî ya telefonê li Çînê bê kirin.
Her wiha daxwazên malbat û parêzeran ên li ser qeydên sînyalên telefonê jî dê werin nirxandin.
Hat tekezkirin ku dê hemû delîlên di dosyeyê de ji nû ve werin lêkolînkirin.
“Em dê heta dawiyê li pey vê rûdanê bin”
Akin Gurlek di civînê de got ku divê rûdan bi hemû aliyan ve were ronîkirin.
Gurlek anî zimên ku dewlet bi hemû derfetên xwe pêvajoya dosyeya Rojîn Kabaîşê dişopîne.
Gurlek diyar kir ku dê di encama lêpirsînê de zelal bibe bê ma bûyer xwekujî ye yan kuştin e.
Wezîr da zanîn ku ew dê hemû îhtimalan bi hûrgilî lêkolîn bikin.
Ji malbatê peyama “Em ji edaletê bawer in”
Bavê Rojîn Kabaîşê Nîzamettîn Kabaîş jî piştî civînê got ku ew ji dewletê û pergala edaletê bawer dikin.
Nîzamettîn Kabaîş xwest ku hemû hûrgiliyên li ser mirina keça wî werin eşkerekirin.
Rojîn Kabaîş 27ê Îlona 2024an li Wanê winda bûbû.
Piştî 18 rojan termê wê li qeraxa Gola Wanê hatibû dîtin. Lêpirsîna li ser rûdanê didome.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse