Dayîkên Aştiyê dê partiyên siyasî ziyaret bikin

24 xulek berê
RÛDAW
Nîşan Dayîkên Aştiyê Partiyên Siyasî Ziyaret
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şandeya Dayîkên Aşitiyê ji ber Roja Dayîkan bi armanca "gihandina daxwazên aştî û biratiyê" dê navendên giştî yên partiyên siyasî ziyaret bike.

Li gorî daxuyaniya Buroya Çapemeniyê ya DEM Partiyê, Berdevka Partiyê Ayşegul Dogan û Parlamenter Adalet Kaya dê li gel şandeya Dayîkên Aşitiyê bin.

Şande dê sibê û roja înê çend partiyên siyasî ziyaret bike.

Serdana ewil ji bo MHPyê ye

Şandeya Dayîkên Aşitiyê dê bernameya xwe ya ziyaretan a sibê (7ê Gulanê) saet 12:30î bi ziyareta MHPyê dest pê bike.

Hat ragihandin ku şande dê li Parlamentoya Tirkiyeyê bi Alîkarên Serokê Koma MHPyê Filiz Kılıç û Erkan Akçay re bicive.

Şande pişt re saet 14:00an de dê biçe Navenda Giştî ya Partiya Paşerojê.

ziyareta dawî ya roja pêncşemê jî dê saet 17:00an ji bo Partiya Seadetê be.

Roja duyem CHPyê ziyaret dikin

Şandeya dayîkan dê di roja duyem a bernameya xwe de, înê saet 12:00an li Navenda Giştî ya Partiya Gel a Komarî (CHP) be.

Hat destnîşankirin ku dê di ziyaretan de bi wesîleya Roja Dayîkan "daxwazên aştî û biratiyê" bigihînin partiyên siyasî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst