Bernameya kongreya CHPê diyar bû

06-06-2023
RÛDAW
Nîşan Kongreya CHP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rojjimêra kongreyê ya Partiya Gel a Komarî (CHP) diyar bû. Proseya kongreyê ku di 3ê Temûzê de ji bo diyarkirina delegeyên navçeyan destpêdike, heta 15ê Cotmehê berdewam dike.

Proseya Komcîvîna mezin a Partiya Gel a Komarî (CHP) ku bi sedema hilbijartinan hatibû paşxistin, destpêkir. Di çarçoveya biryara Desteya Rêveberiya Nû ya Navendî de, CHP ji 6ê Hezîranê û şûnde kongreyên xwe yên li bajar û navçeyan dan destpêkirin.

Li gorî rojjimêra CHPê proseya hilbijartina delegeyên navçeyan ku di 3ê Temûzê de destpêdike, heta 30ê Temûzê berdewam dike. Kongreyên navçeyan yên CHPê jî di navbera 5ê Tebaxê û 10ê Îlona 2023an de tên kirin. Li aliyê din kongreyên bajaran ku di 16ê Îlonê de destpêdikin, di 15ê Cotmehê de temam dibin.

Dema Komcivîna asayî jî piştî bidawîbûna kongreyên bajaran dê ji aliyê Encûmena Partiyê ya CHPê ve bê diyar kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst