Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bi Serokwezîrê Holandayê Mark Rutte re peywendiyeke telefonî pêk anî, peywendiyên dualî û mijarên di rojevê de hatin gotûbêjkirin.
Li gor daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariya Tirkiyê, roja Çarşemê 5ê Temûza 2023an Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokwezîrê Holandayê Mark Rutte peywendiyeke telefonê pêk anîne û proseya endamtiya Swêdê di NATOyê de û peywendiyên Tirkiyê û Holandayê gotûbêj kirine.
Di wê pêwendiya telefonî de, girêdayî proseya endamtiya Swêdê ya di NATOyê de Erdogan diyar kiriye ku Swêdê di mijara rûbirûbûna terorê de guhertinên baş kirine lê çalakiyên PKK-PYD-YPG yên li wî welatî ew gavên erênî têk birine.
Erdogan li ser bûyera şewitandina Quranê li Swêdê jî gotiye ku ew vê yekê qebûl nakin û tişta hatiye kirin tawan e.
Erdogan û Rutte herwiha lihev kirine ku xaleke bingehîn a rojeva Lûtkeya NATOyê şerê Rûsya û Ukraynayê be ku dê lûtke 11 û 12ê Temûzê li Lîtvanyayê bê sazkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse