Li Çankiriyê 17 gundên kurdan hene

06-08-2017
Kemal Avcı
Çankiri
Çankiri
Nîşan Çankiri Kurd Anatolyaya Navîn
A+ A-

Çankiri (Rûdaw) Her çiqas li bajarên weke Enqere, Konya, Qirşehîr ên Anatolyaya Navîn hebûna kurdan were zanîn jî li bajarên din jî kurd hene. Yek ji wan jî bajarê Çankiri ye. Li gorî kurdên Çankiriyê 17 gundên wan li vî bajarî hene.


Li hereme Anatolyaya Navîn zêdetirî milyonek kurd dijîn. Dewleta Osmaniyan ew bi zorê li Anatolyaya Navîn bi cîh kirine.  Hinek ji wan ji Başurê Kurdistanê, beşek jî ji bajarên Bakurê Kurdistanê hatine. 

 

Muxtarê Gundê Bayanpinar Yunus Atalay ji Rûdawê re got: “Eslê me ji Meletî ye. Em ji Meletî hatine. Siwaz, Kizilirmak, bas, ber pêz hatine. Beriya 300 salan em hatine li vir bicîh bûne.”

 

Nîşteciyên gund di nava xwe de kurdî diaxivin. Nifşên nû jî kurdî fêm dikin lê nikarin biaxivin.

 

Nîştecihê gund Hacî Demîr diyar dike: “Zimanê me kurmancî ye. Li gundan dibistan çêbûn, paşî mamoste hatin. Me zarokên xwe şandin dibistanê. Ew êdî bi tirkî diaxivin. Kurmancî hiştin. Niha kur û neviyên min hene bi kurmancî nizanin.

 

Girara nivîşk a ku xwemalî kurdên Çankiriyê ye, gelekî navdar e û di nava tirkên vê herêmê de jî bi navê girara kurdan tê çêkirin.

 

Yildiz Yildiz li ser vê yekê dibêje: “Ev xwarin li herêma me bi navûdeng e. Min deh xulekan de rûn sor kir û paşî savar xiste nav û kelan. 10 deqa dikele.”

 

Li gorî serjimara kurdên bajarên din ên Anatolyaya Navîn serjimara kurdên çankiriyê gelekî kêm e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst