Li 5 bajaran operasyon: 3 jê Dayîkên Aştiyê 11 kes hatin binçavkirin

06-10-2020
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarên Amed, Ruha, Şirnex û Sêrtê yên Bakurê Kurdistanê û bajarê Antalya yê Tirkiyê polîsan bi ser gelek malan de girtin û 3 jê Dayîkên Aştiyê bi giştî 11 kes hatin binçavkirin.

Polîsan doh li 5 bajaran derbarê endam û alîgirên HDPê de operasyonek kirin. Li bajarokê Erxenî yê Amedê, polîsan bi ser mala Hevserokê Rêxistina HDPê ya Qezayê Zûlkûf Birgul de girtin. Polîsan derî şikandin û kelûpelên nav male belawela kirin. Li gor agiyên hatine belavkirin Birgul ne li mal bûye û di heman demê de li derdora avahiya Rêxistina HDPê jî tevgera polîsan hebû.

Li Ruhayê jî polîsan bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtina malan de Dayîka Aştiyê Hadle Ogur û hevjînê wê Cebraîl Ogur, Dayîkên Aştiyê Fatma Akbaş û Meyaser Korkmaz ligel Omer Bozdal hatin desteserkirin. Sedema desteserkirinê nehatiye zanîn û her 4 kes bo Rêveberiya Asayîşê ya Bajêr hatin veguhestin.

Li bajarokê Cizîrê yê Şirnexê jî polîsan bi ser malan de girtin û Arif Geren, Cemal Geren, Idrîs Kayaalp û Zindan Molo hatin desteserkirin. Tê gotin ku eger heye hejmara kesên tên binçavkirin zêde bibe. Li bajarê Antalya yê Tirkiyê jî di serdegirtina malan de Halil Kilici hat desteserkirin.

Rêveberê Rêxistina HDPê ya Sêrtê Sidik Orenç jî di mala xwe de hat desteserkirin. Derbarê sedema binçavkirina Orenç de ti zanyarî nehatine belavkirin û hatiye ragihandin ku polîsan Orenç birine Rêveberiya Asayîşa Sêrtê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst