Hewlêr (Rûdaw) - Şandeya Dayîkên Aştiyê ya ku ji bo hevdîtina bi partiyên siyasî re li Enqereyê ye, dê serî li Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê bide û daxwaza dîtina Abdullah Ocalan bike.
Şandeya Dayîkên Aştiyê îro dê li ber Wezareta Dadê li ser daxwazên xwe yên ji bo pêvajoya çareseriyê daxuyaniyekê bide çapemeniyê.
Paşê ew dê ji bo dîtina Abdullah Ocalan serî li wezaretê bidin.
Şande dê saet 12:00an biçe serdana Navenda Giştî ya Partiya Gel a Komarî (CHP), saet 14:00an Navenda Giştî ya Partiya Paşerojê û saet 15:30î jî biçe serdana Koma Parlamentoyê ya AK Partiyê.
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan û Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya jî dê bi şandeyê re bin.
Dayîkên Aştiyê dê di hevdîtinan de laçikên spî diyarî rayedarên partiyan bikin.
Şandeya Dayîkên Aştiyê doh ji bo Roja Dayîkan a Cîhanê ji bo "gihandina peyama aştî û biratiyê" li Enqereyê çû serdana Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) û Partiya Saadetê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse