Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Stenbolê bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan rere civiya.
Mesrûr Barzanî û Hakan Fîdan tekezî li ser girîngiya bicihanîna Projeya Rêya Bipêşketinê kir.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser civînê daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di çarçoveya serdana xwe ya fermî ya li Tirkiyeyê de, li Stenbolê bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan re civiya ye.
Rewşa herêmê û hikûmeta nû
Li gorî daxuyaniyê, di civînê de derbarê guhertin û bipêşketinên dawî yên rewşa giştî ya Herêma Kurdistanê, Îraq û herêmê de bîr û ra bi hev hatin guhertin.
Di beşeke din a daxuyaniyê de hat gotin ku di hevdîtinê de hewlên ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta federal a Îraqê hatin gotûbêjkirin.
Projeya Rêya Bipêşketinê
Her wiha di civînê de tekezî li ser girîngiya bicihanîna Projeya Rêya Bipêşketinê hat kirin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku girêdana welatên Kendavê, Îraq û Herêma Kurdistanê bi Tirkiye û Ewropayê re ya bi rêya xeta hesinî gelekî girîng e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse