Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî), li Stenbolê bi beşdariya şandeyeke bilind a Herêma Kurdistanê û gelek siyasetmedarên navneteweyî "Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî" li dar dixe.
Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed bi rêya vîdeokonferansê beşdar bû û gotarek pêşkêş kir.
"Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî" li Navenda Çandê ya Cem Karacayê ya li navçeya Bakirkoyê ya Stenbolê tê lidarxistin û dê du rojan berdewam bike.
Di konferansê de siyasetmedar, hiqûqnas û çalakvanên mafên mirovan ên ji welatên cuda, pêvajoya çareseriyê û aştiyê gotûbêj dikin.
Axaftina vekirinê ya konferansê ji aliyê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan ve hat kirin.
Îlham Ehmed: Em dixwazin rayedarên Tirkiyeyê li cem xwe bibînin
Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed, ji ber astengiyan nekarî bi awayekî fizîkî beşdar bibe û bi rêya telekonferansê axivî û peyamên girîng dan û xwest ku di navbera Rojavayê Kurdistanê û Tirkiyeyê de dan û standin dest pê bikin.
Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmedê got:
"Em dixwazin dan û standinên di navbera Rojava û Tirkiyeyê de dest pê bikin.
Em dixwazin rayedarên Tirkiyeyê li cem xwe bibînin û em xwe jî li Tirkiyeyê bibînin.
Em ne alîgirê şer û çekan e, em alîgirê aştiyê ne. Ji me re jiyana komunal a demokratîk lazim e."
"Bandora Ocalan li ser Sûriyeyê heye"
Îlham Ehmedê bal kişand ser rola Abdullah Ocalan û diyar kir ku fikr û ramanên wî bandoreke mezin li ser gelên Sûriyeyê kiriye û wiha nirxand:
"Rêber Abdullah Ocalan salên dirêj li Sûriyeyê maye û bandora wî li ser axa Sûriyeyê heye.
Piştî ku pêvajo li Tirkiyeyê dest pê kir, bandora xwe li ser Rojava jî kir.
Divê Rêber Abdullah Ocalan ne di zindanê û şertên tecrîdê de be, heke wisa be dê bandora xwe bêhtir û bi leztir li ser aştiyê bike.
Di rewşa girtîbûnê de ne mimkun e ku gavên bi lez bên avêtin û girtin li pêşiya aştiyê astengiyan derdixe.
Gava aştî li van her du welatan hebe, di nava civaka Kurd, Tirk, Ereb de dê demokrasî û aramî pêk were."
"Aramiya Sûriyeyê tê wateya aramiya Tirkiyeyê"
Rayedara Rêveberiya Xweser destnîşan kir ku ew dixwazin li Sûriyeyê pêvajoyeke demokratîkbûnê bi rê ve bibin û got:
"Aramiya di hundirê Sûriyeyê de tê wateya aramiya Tirkiyeyê jî.
Aramî û xweşiya li vir dê bandoreke erênî li ser Tirkiyeyê bike.
Em dixwazin hemû pêkhate di çarçoveya qanûn û hiqûqê de bi hev re bijîn."
Bangî Trump kir: Em aştiyê li herêmê serwer bikin
Îlham Ehmedê di dawiya axaftina xwe de bangî Serokê Amerîkayê Donald Trump kir û xwest ku ji bo aştiya mayînde ya li Sûriye û Tirkiyeyê piştgiriyê bike û anî ziman:
"Ez bangî Serokê Amerîkayê dikim; em dixwazin li Sûriyeyê û Tirkiyeyê jî aştiyeke mayînde pêk bînin.
Îro dem dema wê ye ku her kes berpirsyariyê bide ser milê xwe da ku êdî xwîn nerije û dayik negirîn.
Em aştiyê li herêmê serwer bikin."
Beşdariyeke xurt ji Herêma Kurdistanê
Şandeyeke payebilind a ji Herêma Kurdistanê jî di konferansê de cihê xwe girt. Di nava şandeyê de Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab, Nûnera Serok Mesûd Barzanî û Endama Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Amîna Zikrî, Nûnera Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Beyan Samî Ebdulrehman û Nûnerê Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî, Dara Xeylanî hene.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse