Devlet Bahçelî: Aştî ne teslîmiyet û tawîz e

Duh li 05:00
RÛDAW
Nîşan Devlet Bahçelî Pêvajoa Çareseriyê Îran Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî, di civîna koma partiya xwe de li ser pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û şerê li Îranê axivî.

Devlet Bahçelî diyar kir ku aştî ne teslîmiyet û tawîz e û divê êdî gavên pêwîst bên avêtin.

Bahçelî diyar kir ku Donald Trump û Benjamin Netanyahu bi şerê li dijî Îranê "şaşiyeke mezin a dîrokî" kirine.

Bahçelî li ser şerê Îranê yê ku di roja 39an de didome wiha peyivî: "Trump û Netanyahu bi zorê hewl didin serdestiya xwe ava bikin lê ev yek nameşe.

Wan şaşiyeke wilo kirine ku qerebşkirina wê zehmet e. Em dibînin ku ew bi biryardarî van şaşiyên xwe didomînin."

Serokê MHPyê bal kişand ser bersivdayîna Îranê jî û got: "Tevî hemû zext û êrişan, biryardarî û berxwedana gelê Îranê bala hemû cîhanê kişandiye ser xwe.

Vê berxwedanê pêşbîniyên Trump û gelek akterên siyasî pûç kirin."

"Aştî ne teslîmiyet e"

Devlet Bahçelî li ser pêvajoya çareseriyê jî axivî û wiha got: "Di vê mijarê de em ti xemsarî û qelsiyê qebûl nakin.

Pêdivî bi wextqezenckirinê nîne. Em dibêjin aştî ne teslîmiyet e, ne jî tawîz e. Aştî hevsengiyek e ku rûmeta milet û hêza dewletê diparêze."

"Pergala nû ya cîhanê kaos e"

Bahçelî rexne li pergala niha ya cîhanê girtin û anî zimên ku saziyên navneteweyî piştî Şerê Cîhanê yê Duyem êdî bêbandor bûne.

Serokê Giştî yê MHPyê di berdewamiyê jî de got: "Ew pergala nû ya cîhanê ya ku behsa wê dihat kirin, niha ne nîzam lê kaos e.

Mirovên bêguneh dimirin û bêîstîkrariyeke kûr cîhan hejandiye."

Bahçelî di dawiya axaftina xwe de damezirînerê MHPyê Alparslan Turkeş jî bi bîr anî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst