STENBOL - Motokurye bi 'kefenê li pişta xwe' dixebitin

Duh li 06:17
Rawîn Stêrk
Mert Ayakan\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Mert Ayakan\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Motokurye Stenbol Tirkiye Gaz û Petrol
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Li Tirkiyeyê yek ji wan qadên ku her roj mezin dibe û hejmareke zêde ya mirovan debara xwe pê dikin, karê motokuryeyan e.

Li gorî texmînan, li seranserê Tirkiyeyê nêzîkî 2 milyon motokurye hene.

Ev sektor bi awayekî bêserûber mezin dibe û li gel metirsiyên trafîkê, krîza aborî û bihabûna sotemeniyê ya ji ber Şerê Îranê, barê kuryeyan girantir kiriye.

"Hîn birînên min baş nebûne lê ez neçar im bixebitim"

Mert Ayakanê 54 salî, 27 salên temenê xwe li ser pişta motosiklêtan derbas kirine.

Mert li bajarekî wekî Stenbolê ku trafîka wê gelekî qerebalixe, ji bo xwedîkirina malbata xwe her roj bi mirinê re rûbirû ye.

Wî berî demekê qezayeke giran derbas kiriye û her çi qas çok û milê wî baş nebûbin jî, ji bo nanê malê hîn jî dixebite.

Mert Ayakan ji Rûdawê re got, "Otomobîla li pêşiya min ez nedîtim û li min xist. Çokê min ê çepê perçe bû û milê min derbe xwar.

Ez 20 rojan li nexweşxaneyê mam. Ji ber ku qeyda min a fermî tune bû, kar gelekî zehmet bû. Ez niha li gel sîgorta û parêzeran mijûl im."

400 hezar kurye tenê li Stenbolê ne

Bi taybetî piştî serdema koronayê, daxwaza li ser gihandina xwarin û kel û pelan zêde bû.

Li gorî amarên Komeleya Kedkarên Motokuryeyan, tenê li Stenbolê herî kêm 400 hezar kurye hene.

 Kurye wekî artêşekê di nav trafîkê de ne lê mafên wan ên yasayî nîn in.

Serokê Komeleya Kedkarên Motokuryeyan Mehmet Tîmurtaş jî got, "Pirsgirêka me ya herî mezin pergala 'esnaf-kurye' ye.

Li hemberî me mixetabek yan patronek nîne. Berê sîgortaya me hebû û heqê me diyar bû.

Niha em tenê serê her pakêtê pereyan distînin. Em bi kefenê li pişta xwe dixebitin.

Em dixwazin wekî karker werin hesibandin çimkî em karker in."

Bihabûna sotemeniyê qezenca kuryeyan dihelîne

Ji ber krîza aborî û şerê li herêmê, bihayê petrol û benzînê her ku diçe bilind dibe.

"Em karker in"

Ev yek rasterast bandorê li kuryeyan dike çimkî ew hemû mesrefên sotemeniyê bi xwe didin.

Motokuryeyê bi navê Ridvan Aslan jî got, "Beriya niha me sîgorta hebû.

Lê niha ji bo ku em karibin bixebitin divê em ji bo xwe şirketekê vekin.

Wê demê em bacê didin. Her gava ku sotemenî giran bibe, em zirarê dikin çimkî heqê pakêtan sabit e lê lêçûn her zêde dibe."

Motokurye di bin mercên giran û "koletiya nûjen" de hewl didin jiyana xwe berdewam bikin.

Şirketên mezin rê li ber mafên wan ên şexsî girtine û kurye di nava bêewlehiyekê de li ser rêyan in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst