Hewlêr (Rûdaw) - Girtiyê Kurd Sînan Bulbul piştî 32 salan ji Girtîgeha Maltepeyê ya Stenbolê hat berdan.
Sînan Bulbul doh gihîşt azadiya xwe.
Girtiyê Kurd Sînan Bulbul sala 1994an li parêzgeha Îdirê ya Bakurê Kurdistanê hatibû desteserkirin.
Ew paşê li Dadgeha Ewlehiya Dewletê hat darizandin û li wî bi tohmeta "endamtiya rêxistinê" cezayê hetahetayê hat birîn.
Girseyekê pêşwazî kir
Sînan Bulbul li ber deriyê girtîgehê ji aliyê girseyekê ve hat pêşwazîkirin.
Di nav kesên ku ji bo pêşwazîkirina wî hatibûn de, ji bilî malbata wî nûnerên Komeleya Alîkariyê ya Malbatên Girtiyan a Marmarayê (MATUHAYDER), birêvebir û endamên DEM Partiyê û gelek welatî hebûn.
Bangî raya giştî kir
Sînan Bulbul li ber girtîgehê daxuyaniyek da.
Wî di daxuyaniya xwe de da zanîn ku hevalekî wan ê 82 salî di girtîgehê de heye.
Bulbul anî zimên ku ew girtiyê 82 salî nikare bi tena serê xwe jiyana xwe bidomîne.
Girtiyê Kurd eşkere kir ku wî girtiyî bi saya alîkariya wan karîbû li ser pêyan bimîne û wî xwest ku ew girtiyê nexweş jî were berdan.
"Îhtîmaleke mezin heye ku serlêdan were redkirin"
Sînan Bulbul da zanîn ku ji bo berdana wî girtiyî serlêdan li Saziya Tiba Dadî ya Tirkiyeyê hatiye kirin.
Lê wî destnîşan kir ku îhtîmaleke mezin heye ev serlêdan were redkirin.
Sînan Bulbul ji bo berdana wî girtiyê nexweş bangî raya giştî û saziyên pêwendîdar kir ku vê rewşê bînin rojevê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse