Dron û çekên nû li SAHA EXPOyê tên nîşandan

55 xulek berê
Omer Sonmez
Nîşan SAHA EXPO 2026 Stenbol Fuar
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Li bajarê Stenbolê yê Tirkiyeyê di Fuara Navneteweyî ya Pîşesaziya Hewagerî, Feza û Parastinê (SAHA EXPO 2026) de 203 berhemên nû yên leşkerî tên nîşandan.

Ji 120 welatan zêdetirî hezar û 700 şirket beşdarî fuarê bûne.

Şirketên pîşesaziya parastinê û welatên beşdar bi berhemên xwe yên herî nû hêz û şiyana xwe nîşanî sektora cîhanî didin.

Drona "Bazna" di nav avê de jî dixebite

Drona kamîkaze ya bi navê "Bazna" rastî eleqeyeke mezin tê.

Ev drona ku şirketa Beyondê çêkiriye, leza wê di saetekê de 120 kîlometre ye û menzîla wê jî 9 kîlometre ye.

Her wiha di hemû şert û mercên hewayê û di nav avê de jî dixebite.

Şirketa parastinê ya Baykarê jî platformên xwe yên herî nû yên bi navê K2, dronên kamîkaze, Sîvrîsînek û Mizrakê dide nasîn.

Dronên xwedî fîber optîk û pergalên RFyê

Endezyarê Şirketa Ender Argeyê ya Tirkiyeyê Abdulhamîd Ata li ser berhemên xwe agahî dan û got:

“Navenda şirketa me li Enqereyê ye. Em li vê derê dronên FPVyê pêşkêş dikin.

Her wiha em dronên xwe yên launcher, katapult û dronên kamîkaze jî nîşan didin.

Berhemên me yên herî nû û bihêz jî dronên FPVyê ne ku xwedî fîber optîk û pergalên RFyê ne.”

Mûşeka hevpar a Îmarat û Brezîlyayê

Îmarata ku di fuarê de xwedî standeke mezin e, bi mûşeka xwe ya bi navê "Mansup" a li dijî keştiyan balê dikişîne.

Ew mûşek berhema hevpar a Îmarat û Brezîlyayê ye.

Berpirsê Standê yê Îmaratê Saed Al Mansoori jî li ser beşdariya xwe daxuyaniyek da û got:

“Em wekî Îmaratê, bi armanca ku em piştgiriyê bidin pîşesaziya xwemalî ya parastin û leşkerî her tim girîngiyê didin beşdariya fuarên navneteweyî.

Em li vê derê berhemên xwe didin nîşandan. Armanc jî ev e ku em berhemên xwe yên ku bi teknolojiya herî nû hatine çêkirin bidin nasîn û şirketên me jî li bazara cîhanî vebin.”

Beşdariya Îraqê û bendewariyên aborî

Ji Îraqê jî gelek şirket beşdarî fuarê bûne.

Berpirsê Şirketa Hîdrotîmê ya Îraqê Beşîr Abduletîf Îbrahîm El Qerawî jî armanca xwe wiha anî ziman:

“Em li Îraqê li ser ji nû ve avakirina pîşesaziya leşkerî û parastinê hûr dibin.

Em di vî warî de hilbirînê dikin û xetên hilberînê çêdikin.

Ji ber vê yekê jî em bi rêk û pêk tevlî fuarên wiha dibin.

Her cara ku em beşdarî fuaran dibin em ji tecrubeyên şirketên cuda sûdê werdigirin û em armanc dikin ku em vê yekê ji bo berjewendiya şirketên Îraqê bi kar bînin.”

SAHA EXPO cara yekem sala 2018an hatibû lidarxistin.

Tê çaverêkirin ku îsal ji 30 hezarî zêdetir pisporên sektora hewavanî, feza û parastinê û bi sedan şandeyên fermî yên welatan beşdarî fuarê bibin.

Her wiha tê payîn ku di sektora pîşesaziya parastinê ya Tirkiyeyê de bi qasî 8 milyar dolaran peymanên hinartinê werin îmzekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst