Hewlêr (Rûdaw) - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan ragihand ku divê statuya Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan wekî "aktorê sereke" bi awayekî hiqûqî were naskirin.
Ayşegul Doganê got, "Bêyî yasayan, pêvajo di xitimînê de dimîne."
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê îro li navenda giştî ya partiya xwe daxuyaniyek da rojnamegeran.
Ayşegul Doganê li ser rojeva pêvajoya çareseriyê axivî û bal kişand ser rawestandin û xavbûna pêvajoyê.
Wê bangî desthilata Tirkiyeyê kir da ku gavên şênber ên hiqûqî û yasayî biavêje.
"Divê Ocalan rola xwe bimeşîne"
Ayşegul Doganê amaje bi pêşniyara Serokê MHPyê Devlet Bahçelî ya li ser statuya Abdullah Ocalan kir û got:
"Me ji destpêkê ve ev yek destnîşan kir û bi raya giştî re parve kir.
Ji bo aştiyê, avakirina zemînekî mixetabiya demokratîk ê fermî xwedî girîngiyeke krîtîk e.
Wate divê ev yek bi garantiyên yasayî were diyarkirin."
Doganê diyar kir ku çi ji bo aştiyê çi jî ji bo vekirina qada siyaseta demokratîk be, avakirina wan mercan gelekî girîng e û wiha pê de çû:
"Li cem me gelekî girîng e ku Birêz Ocalan wekî aktorê sereke karibe bi awayekî hiqûqî rola xwe bimeşîne."
"Derengketin dilgiraniyan zêde dike"
Berdevka DEM Partiyê bal kişand ser nezelaliya di pêvajoyê de û ragihand ku her derengketinek dibe sedema dilgiraniyan û got:
"Em wekî DEM Partî ji bo derbaskirina van zehmetiyan çi ji destê me tê dikin."
Wê destnîşan kir ku derengketinek heye û ev yek jî dilgiraniyan zêde dike û got:
"Lê tevî hemûyan jî ev pêvajo gelekî bi qîmet e û divê nêzîkatî wiha be.”
Amadehiyên li ser reşnivîsa yasayan
Ayşegul Doganê li ser amadehiyên partiya xwe yên ji bo gavên yasayî yên pêvajoyê jî agahî dan û got:
"Gavên yasayî ew gav in ku dê vê pêvajoyê ji aliyê hiqûqî ve bixin bin garantiyê.
Em destnîşan nekin jî raya giştî bi xwe dibîne ku bêyî yasayan pêvajo bi pêş naçe.
Pêwîst e ku ev zehmetî werin derbaskirin û bê guman divê çarçoveyeke yasayî were avakirin."
Doganê da zanîn ku helbet amadehiyên wan ên li ser çarçoveya yasayî hene û got:
"Jixwe wekî partî, amadehiyên me li ser reşnivîsa yasayan hene û em li ser vê mijarê dixebitin."
Guherîna nav û logoyê
Ayşegul Doganê pirsa li ser îdiayên guherîna nav û logoya DEM Partiyê jî bersivand û diyar kir ku ew di nava pêvajoyeke nûbûnê de ne.
Doganê li ser vê mijarê jî got, "Em van hemû mijaran di konferansên xwe de dinirxînin.
Heta ku di konferansan de nîqaş neyên kirin, ne pêkan e em bersivekê bidin.
Ji kerema xwe guh nedin nûçeyên manîpulatîf. Hîn jî ti biryar nehatine dayîn.
Dema ku her tişt zelal bû, em dê bi raya giştî re parve bikin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse