MHPyê bi Kurdî bixêrhatina Dayîkên Aştiyê kir

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Dayîkên Aştiyê MHP Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şandeyeke Dayîkên Aştiyê di çarçoveya ziyaretên xwe yên ji bo pêvajoya çareseriyê û Roja Dayîkan de çû Parlamentoya Tirkiyeyê.

Serokê Wekîl ê Koma MHPyê Erkan Akçay bi Kurdî bixêrhatina dayîkan kir û got, "Zimanê êşan nîne lê dilê wan heye."

Şandeya Dayîkên Aştiyê, bernameya xwe ya ziyaretên partiyên siyasî îro bi Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) da destpêkirin.

Dayîk li avahiya Parlamentoyê bi Serokên Wekîl ên Koma MHPyê Erkan Akçay û Fîlîz Kiliçê re civiyan.

"Zimanê êşan nîne, dilê wan heye"

Hevdîtina Dayîkên Aştiyê û rayedarên MHPyê di atmosfereke nerm de derbas bû.

Erkan Akçay bi Kurdî got, "Hûn bi xêr hatin" û bixêrhatina dayîkan kir.

Akçay di axaftina xwe de bal kişand ser birînên hevbeş ên li welêt û ji dayîkan re got, "Zimanê êşan nîne lê dilê wan heye."

Çarikên spî û şalên rengîn

Dayîkan di hevdîtinê de wekî sembola aştiyê çarikên spî diyarî rayedarên MHPyê kirin.

Li hemberî vê yekê, Erkan Akçay û Fîlîz Kiliçê jî şalên rengîn diyarî dayîkan kirin ku ew şal pirrengiya çandî nîşan didin.

"Em heta dawiyê li pişt vê pêvajoyê ne"

Piştî hevdîtinê, Dayîka Aştiyê Behiye Yalçinê pirsên rojnamegeran bersivandin.

Behiye Yalçinê diyar kir ku hevdîtin gelekî baş derbas bûye û got:

“Me qala hestên xwe kir û wan bi başî em qebûl kirin. Em hêvî dikin ku aştî were ser vê axê.

Em piştgiriyê didin wê têkoşîna ku Birêz Ocalan û Birêz Bahçelî ji bo çareseriyê didin. Em heta dawiyê li pişt vê pêvajoyê ne.”

"Em dê di nava aştiyê de bi hev re bijîn"

Dayîka Aştiyê Muzeyyen Butunê jî bi Kurdî axivî û kêfxweşiya xwe ya ji ber nêzîkatiya MHPyê anî zimên û got:

“Wan em bi gulan qebûl kirin û deriyên xwe ji me re vekirin. Em gelekî ji wan razî man.

Em bawer dikin ku em dê bi hev re rojên xweş bibînin û vê pêvajoyê bigihînin serkeftinê.

Em dê di nava aştiyê de bi hev re bijîn.”

Dê mixalefetê jî ziyaret bikin

Şandeya Dayîkên Aştiyê dê piştî MHPyê, saet 16:00an DEVA Partiyê û saet 17:00an jî Partiya Saadetê ziyaret bike.

Tê pêşbînîkirin ku roja înê jî dayîk herin Navenda Giştî ya CHPyê da ku daxwazên xwe yên ji bo aştiyeke mayînde bigihînin mixalefeta sereke.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst