Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ragihand ku roja yekem a Cejna Qurbanê 692 qezayên trafîkê çêbûne û di wan qezayan de 7 mirin û hezar û 128 kes jî birîndar bûn.
Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya îro li hesabê xwe yê Xê amarên qezayên trafîkê yên bêhnvedana Cejna Qûrbanê belav kirin.
Alî Yerlîkaya diyar kir ku roja yekemîn ya bêhnvedanê 692 qezayên trafîkê çêbûne û 7 kesan canê xwe ji dest da û hezar û 128 kes birîndar bûne.
Yerlîkaya di peyama xwe de got, li gorî amarên Wezareta Gihandin û Binesaziyê roja ewil a bêhnvedanê 2 milyon û 232 hezar û 715 otomobîl derketine ser rêyan û ji wan 12 hezar û 407 rastî kar û barên binpêkirina lezê bûne.
Êi Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li gel hişyariyan, her sal di bêhnvedana her du cejnan de bi hezaran qezayên trafîkê çêdibin.
Yerlîkaya duh ragihandibû ku roja erefeyê ji ber qezayên trafîkê 10 kesan canê xwe ji dest daye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse