AK Partî bi rojeva pêvajoyê dest bi civînan dike

07-08-2025
RÛDAW
Nîşan AK Partî Hevdîtinên Sedsala Tirkiyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - AK Partî di çarçoveya pêvajoya nû ya bi PKKyê re, dê li 81 parêzgehan û 973 navçeyan bi navê "Hevdîtinên Sedsala Tirkiyeyê" dest bi civînan bike.

Alîkarê Serokê Giştî û Serokê Teşkîlata AK Partiyê Ahmet Buyukgumuş û Serokê Ragihandinê yê AK Partiyê Faruk Acar, li navenda giştî ya partiya xwe civîneke çapemeniyê li dar xist û bernameya xwe ya ku dê 8ê Tebaxa 2025an dest pê bike, eşkere kir.

Ahmet Buyukgumuş da zanîn ku di çarçoveya pêvajoya çekdanîn û xwefesihkirina PKKyê de li parlamentoyê komîsyonê dest bi xebatan kiriye û got ku ew dê di mehên tebax û îlonê de li 81 parêzgehan û 973 navçeyan civînan pêk bînin.

Buyukgumuş got, “Wekî salên borî, şandeyên me yên bi serokatiya alîkarên serokên me yên giştî û wezîran dê serdana parêzgehan bikin.

Li navendên bajaran dê civînên çapemeniyê bên lidarxistin û derfeta me çêbibe ku em hem bipêşketinên derbarê rojeva welêt, hem jî mijarên taybet ên wî bajarî binirxînin.

Di dawiya meha îlonê de, em dê bi beşdariya Serokomarê me Birêz Recep Tayyîp Erdogan, li Stenbolê di bernameya dawî de werin cem hev."

DEM Partî û CHPyê jî diyar kir ku ew dê li qadan bin û derbarê pêvajoyê civînan bi xelkê li dar bixin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Wêneyekî temsîlî /  Arşîv

Naveroka Paketa Darazê ya 11an çi ye?

Tê pêşbînîkirin ku 55 hezar girtî bên berdan û bi hezaran girtî jî ji girtîgehên girtî derbasî girtîgehên nîvvekirî bibin