‘Îran ji Tirkiyê re nabe alternativeke welatên Kendavê’

07-10-2017
Kemal Avcı
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Tirkiye Îran Welatên Kendavê
A+ A-

 

Enqere (Rûdaw) –Pisporên Tirkiyê dibêjin Îran ji Tirkiyê re nabe alternativeke welatên Kendavê

 

Hewlên Tirkiyê û Îranê yên ji bo nêzikbûnê berdewam in. Herî dawîn Serokomarê TirkiyêRecep Tayyip Erdogan û Serokomarê Îranê Ruhanî lihev kirin ku rêjeya bazirganiya navbera herdû welatan ji 10 milyar dolarî bilind bikin bo 30 milyar dolarî çend peyman jî imze kirin.

 

Lê pirspor  dibêjin tevî wê yekê jî Îran ji Tirkiyê re nabe alternativeke welatên kendavê.

 

Tirkiye û Îran, li rojhilata navîn ji ber berjewendiyên cûda di nava rikeberiyêde ne. Lê di van demên dawîn de herdû welat bi taybetî di warê aborî û bazirganiyê de nezikî hev bûn.

 

Pisporê ORSAMê Bîlgay Duman ji Rûdawê re wiha got: “2 welatên ku endamên Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekgirtî ne yanî Tirkiye û Brezîlya li dijîsepanên li hember îranê derketibûn. Ji wê rojê ve ye ku Tirkiye hewl dide ku digel Îranê gotûbêjan bi pêş bixe. Serokkomartiya Rûhanî û peyamên wî yên nerm ên polîtîkayên derve her du welat ber bi hev anîn.

 

Gelo, nêzikbûna Tirkiyê û Îranê  dê bandoreke çawa li ser peywendiyên Tirkiyê û welatên Kendavê û li ser peywendiyên Tirkiyê û Amerikayê bike?

 

Pisporê ÎRAMê Îsmail Sarî li ser vê yekê wiha axivî: “Nabe ku meriv nêzikbûna Îran û Tirkiyê ji bo têkiliyên Tirkiyê yên digel welatên  Kendavê û Amerîkayê weke alternatîfekê bibîne. Jixwe di qeyrana Kendavê de jî nermbûnek heye. Erebîstana Siûdî digel Rûsyayê peymanan çêdike. Ji daxûyaniyên tê dayîn em fêm dikin ku gotûbêjên derbarê Qeterê de nermtir dibine. Ji ber vê yekê nabe ku nêzikbûna Tirkiyeyê ya digel Îranê meriv weke blokên herêmî an hewlên alternatîf binirxîne.”

 

Di hevditîna Erdogan û Ruhanî de biryar hate dayin ku Tirkiyê û Îran di bazirganiyê de pereyên xwe ango lîre û tûmen bi kar bînin. 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst