Tirkiye: Li welatê me di asta radyasyonê de ti zêdebûn çênebûne

15-06-2025
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Bakurê Kurdistanê Nukleer Radyasyon Îsraîl Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Rêkxistina Nukleerê ya Tirkiyeyê (NDK) ragihand ku piştî êrişa Îsraîlê ya li çend wêstegehên atomî yên Îranê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di asta radyasyonê de ti zêdebûn çênebûne.

Piştî êrişên Îsraîlê yên li navendên Nukleerê (atomî) yên Îranê, li ser egera belavbûna rasdyasyonê û tîrêjên radyoaktîv li herêmên di nav welatên cîran de nîgeraniyeke mezin çêbûye.

Li ser vê mijarê, Saziya Rêkxistina Nukleerê ya Tirkiyeyê (NDK) daxuyaniyek belav kir.

NDKyê piştrast kir ku metirsiya tîrêjên radyoaktîf li ser Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê nîne.

NDKyê her wiha got "Li gorî agahiyên ku ji kanala fermî ya Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê (IAEA) hatine weşandin, hatiye diyarkirin ku ji 13.06.2025an demjimêr 09:29an ve li derveyî navendan, di asta tîrêjên radyoaktîv de ti zêdebûnek nehatiye dîtin.”

Saziya Rêkxistina Nukleerê ya Tirkiyeyê ragihand ku Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Atomê ji nêzîk ve rewşê dişopîne û li gel çavdêrên li herêmê û Saziya Rêkistinê ya Îranê di pêwendiyê de ye û got:

"Hatiye diyarkirin ku ji 13.06.2025an demjimêr 09:30î ve Santrala Nukleerê ya Buşehrê, Navenda Nukleerê ya Îsfahanê û Navenda Dewelemendkirina Sotemeniya Nukleerê ya Fordoyê nehatine armanckirin û ji ber êrişan zerer nedîtiye."

Saziya Rêkxistina Nukleerê ya Tirkiyeyê wiha anî zimên got:

"Di daxuyaniya ku ji aliyê Rêveberê Giştî yê IAEAyê Rafael Grossi ve hatiye belavkirin 13.06.2025an demjinmr 23:50î hat piştrastkirin ku di êrişan de tenê Navenda Dewelemendkirina Sotemeniya Nukleerê ya Natanzê zerar dîtiye û beşa sererdî ya vê navendê hatiye rûxandin.

Her wiha hat diyarkirin ku binesaziya elektrîkê ya navendê jî hatiye jinavbirin."

Saziya Rêkxistina Nukleerê (NDK) da zanîn ku li seranserê Tirkiyeyê bi rêya Tora Sîstema Çavdêrî û Hişyariya Radyasyonê (RADİSA) ku ji 239 rawestgehan pêk tê, asta tîrêjên radyoaktîv ên li hewayê bi berdewamî tê pîvan û amar demildest ji bo navenda wan tên şandin û rewş tê şopandin.

NDKyê di berdewamiya daxuyaniya xwe de tekez kir ku ji 14ê Hezîrana 2025an ve, li Tirkiyeyê di asta radyasyonê de ti zêdebûnek çênebûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst