Şerê Îsraîl û Îranê dê bandoreke çawa li pêvajoya li Tirkiyeyê bike?

16-06-2025
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Akademîsyen Dr. Nuredîn Aydin / Wêne û vîdeo: Rûdaw
Akademîsyen Dr. Nuredîn Aydin / Wêne û vîdeo: Rûdaw
Nîşan Tirkiye Îran Îsraîl Pêvajoya Nû
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - Hikûmeta Tirkiyeyê ji roja ewil ve şerê di navbera Îran û Îsrailê de ji nêzîkî ve û bi baldarî dişopîne.

Li gorî hinek çavkaniyan Îsrailê bi rêya Amerikayê ji Tirkiyeyê xwestiye ku helwesta xwe li dijî Îranê diyar bike.

Berpirsên hikûmeta Tirkiyeyê û mixalefetê li aliyekê êrişên Îsraîlê yên li Îranê şermezar dikin û li aliyekî dixwazin şer were rawestandin.

Li aliyekî din jî bandorê şerê her du aliyan li ser pêvajoya nû ya li Tirkiyeyê dibê cihê gotûbêjan.

“Îsraîl dixwaze Tirkiye li dijî Îranê helwesta xwe nîşan bide”

Parlamenterê berê yê HDPyê Ayhan Bîlgen got:

“Li gorî hinek îdiayan Îsraîlê ji Amerikayê xwestiye ku Tirkiye li dijî îranê sekna xwe diyar bike û agahî hene ku Amerikayê jî ev daxwaz gihandiye Tirkiyeyê.

Dibe ku îdia bên redkirin jî û dibe ku wekî dezenformasyon jî bêne dîtin.

Lê em niha li ser van îdiayan dilgiraniya xwe nîşan didin. Em hêvî dikin ku Tirkiye jî mijare neke nîqaşeke navxweyî.”

Serokê MHPyê Devlet Bahçelî jî di peyameke xwe de behsa wê yekê kiribû ku piştî Îranê armanca êrişan dê bibe Tirkiye.

Di rewşeke wiha de jî gellek alî giringîyê bi pêvajoya çareseriyê didin û ji bo ku Tirkiye ji vê pêvajoyê zerermend nebe dixwazin pêvajo bi leztir were meşandin.

“Li herêmê metirsiyên cidî hene”

Akademîsyen Dr. Nuredîn Aydin jî got:

“Li herêmê metirsiyên cidî hene. Em nikarin demê ji dest bidin. Jixwe me têra xwe dem ji dest daye.

Gotinên Birêz Bahçelî gelekî di cihê xwe de ne. Di demeke nêzîk de pêwîst e gav bêne avêtin.

Eger em kêşeyên navxweyî zû çareser bikin em dê zererê nebînin.

Lê eger em di dema xwe de karên pêwîst ji bo pêvajoyê nekin ez ditirsim ku rewşeke xirab derkeve pêşiya me.”

Li gel detpêka şer heta niha bi taybetî Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdpgan û bi giştî berpirsên hikûmetê bi diplomasiya telefonî hewl didin ku şer raweste û êrişên her du aliyên bêne sekinandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst