Hewlêr (Rûdaw) - Salek di ser rûxîna desthilata Esed re derbas bû lê pirsgirêka penaberên Sûriyeyî her berdewam dike.
Bi milyonan Sûriyeyî ji neçarî li derveyî welatê xwe di şertên penaberiyê de dijîn.
Xelkê Sûriyeyê ji sala 2011an ve li cîhanê bûne penaber û hejmara penaberên Sûriyeyî herî zêde li Tirkiyeyê ye.
Li gorî amarên fermî yên Tirkiyeyê, hejmara Sûriyeyiyên ku li wî welatî dijîn, 2 milyon û 371 hezar e.
Her wiha li gorî daneyên hikûmetê, ji sala 2016an ve bi giştî milyonek û 290 hezar Sûriyeyî vegeriyane welatê xwe.
Li aliyê din, ji 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an heta niha, di nava salekê de bi giştî 560 hezar penaberên Sûriyeyî yên li Tirkiyeyê vegeriyane welatê xwe.
Her çi qas hikûmeteke demkî li Sûriyeyê hatibe avakirin jî, li gorî piraniya penaberan, ji ber şert û mercên neguncaw û pirsgirêkên heyî yên îdarî û ewlehiyê, ew di vê heyama nû de nikarin yekser vegerin Sûriyeyê.
Hesreta vegerê û astengiyên jiyanê
Ebdulah Kencê 28 salî, penaberekî ji Şama paytexta Sûriyeyê ye.
Ebdulah beriya 10 salan ji bo piştgiriyê bide malbata xwe, li gel xizmên xwe xatir ji malbata xwe xwestiye û berê xwe daye bajarê Stenbolê.
Ebdulahê ku fêrî zimanê Tirkî bûye, li zanîngeheke taybet beşa radyolojiyê dixwîne.
Penaberê ciwan, hem ji bo xwendina xwe û hem jî ji bo ku pereyan ji malbata xwe ya li Şamê re bişîne, rojê zêdetirî 10 demjimêran li Bazara Maltayê ya navçeya Fatiha Stenbolê, di dikanekê de qehweya Sûriyeyî çêdike.
Ebdulahê ku ev 10 sal in qet malbata xwe nedîtiye, di nava rojê de çend caran bi dîmen (bi rêya WhatsAppê) bi malbata xwe re diaxive.
Ebdulah dixwaze ku êdî rewşa Sûriyeyê aram bibe û piştî xwendina xwe vegere welatê xwe.
Ebdulah Kenc ji Rûdawê re got,“Piştî ku welatê me Sûriye hat rizgarkirin, ji xizm, malbat û hevalên min gelek kes vegeriyan Sûriyeyê.
Lewra bi salan bû wan malbat û hezkiriyên xwe nedîtibûn.
Ez jî gelekî bêriya malbata xwe dikim lê ji ber kar û xwendinê ez nikarim biçim. Eger Xwedê hez bike, ez dê îsal biçim Sûriyeyê.”
Amarên koçberiyê
Ji destpêka şerê navxweyî yê Sûriyeyê ve, Tirkiye mazûvaniya herî zêde ya penaberan dike.
Sala 2021ê hejmara penaberên li Tirkiyeyê gihiştibû asta herî bilind û bûbû derdora 3 milyon û 737 hezar kesî.
Ji sala 2021ê ve ev 4 sal in li Tirkiyeyê hejmara penaberan her ku diçe kêm dibe.
Li gorî amarên 27ê Çiriya Paşîn a 2025an ên Serokatiya Îdareya Koçê ya Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê hejmara Sûriyeyiyên ku li Tirkiyeyê di statuya parastina demkî de dijîn, 2 milyon û 371 hezar û 412 kes in.
"Em dê ji bo jinûveavakirina welêt vegerin"
Penaberê Sûriyeyî yê ji Reqayê Ebdurehman El-Cewaş jî diyar kir ku ew dê vegerin û got:
“Sala 2015an, yanî beriya 10 salan em hatin Tirkiyeyê. Em ji şer reviyan û me xwe spart vir.
Ez endezyarê petrolê me. Niha em dê bi birayên xwe yên penaber re vegerin welatê xwe û ji bo jinûveavakirina wê bixebitin.”
Nuralîn El Cewaşê 12 salî jî behsa dudiliya xwe kir û got,“Navê min Nuralîn e, ez 12 salî me û diçim pola 6an. Ez ne li vir, li Sûriyeyê ji dayîk bûme.
Ez tenê çend mehan li Sûriyeyê jiyame. Ez di heman demê de hem dixwazim li vir bimînim, hem jî dixwazim vegerim welatê xwe.”
Li gorî amarên fermî, li Tirkiyeyê penaberên Sûriyeyî herî zêde li Stenbolê dijîn.
Li bajêr, derdora 417 hezar penaber li navçeyên wekî Fatih, Esenyurt, Sultanbeyli, Esenler û Bagcilarê dijîn.
Piraniya wan bi dahateke kêm di karên tekstîl û xizmetguzariyê de dixebitin.
Li gorî daneyên dawî yên meha Tebaxa 2024an, hejmara penaberên Sûriyeyî yên ku mafê welatiya Tirkiyeyê wergirtine, 238 hezar û 768 kes in.
Li gorî amarên fermî yên hikûmeta Tirkiyeyê, ji 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an, yanî ji roja rûxîna desthilata Esed heta roja 20ê Çiriya Paşîn a 2025an, bi giştî 560 hezar penaberên Sûriyeyî vegeriyane welatê xwe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse