Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sîncanê ya parêzgeha Enqereyê ya Tirkiyeyê, çawîşekî pispor ê malnişîn hevjîn û keça xwe kuştin û keça xwe ya din jî birîndar kir.
Wî çawîşî pişt re bi heman çekê xwe jî kuşt.
Li gorî agahiyan, li navçeya Sîncanê di navbera çawîşê pispor ê malnişîn R.B. û endamên malbata wî de nîqaş derketiye.
Li ser vê yekê R.B. bi demançeyê gule li hevjîna xwe D.B. û keçên xwe I.N.B. û S.B. reşandine.
R.B, hevjîna wî D.B. û keça wî I.N.B. li cihê bûyerê mirine.
Keça wî ya din S.B.ya ku di bûyerê de birîndar bûbû, rakirine nexweşxaneyê û tedawiya wê didome.
Li hêla din, Serdozgeriya Rojava ya Komarê ya Enqereyê ragihand ku du dozger ji bo lêkolîna bûyerê hatine erkdarkirin û lêpirsîn didome.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse