6 endamên rêxistina Antalyayê ya ÎYÎ Partiyê îstîfa kir

09-01-2024
RÛDAW
Nîşan ÎYÎ Partî Antalya Îstîfa
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - 6 endamên rêxistina bajarê Antalyayê ya ÎYÎ Partiyê wekî bertek îstîfa kir.

Îstîfayên di nav ÎYÎ Partiyê de bi dawî nayên.

6 endam û rêveberên rêxistina bajarê Antalyayê ya ÎYÎ Partiyê ragihand ku wan dest ji erkê xwe yê endamtiya Desteya Rêvberiyê ya ÎYÎ Partiyê  berdaye.

Endamê Desteya Rêvebir a ÎYÎ Partiyê ya Antalyayê Alî Denîz li gel endamên din bi daxuyaniyeke çapemeniyê îstîfayên xwe ragihandin.

Denîz amaje bi wê yekê da ku ji dema ew li Antalyayê hatin ser rêveberiya ÎYÎ Partiyê rêjeya endamên wê ji sedî 50 kêm bûye û got:

“Hûn difikirin ku heta kengî Rêveberiya me ya ku ji 99 kesan tenê 40 kes mane dê li ser kar bimîne?”

Denîz da zanîn ku hejmarek endaman li Antalyayê ji ÎYÎ Partiyê bixwe jî îstîfa kiriye û ragihand ku ew nikarin hevdîtinê li gel parlamenterên ÎYÎ Partiyê yên Antalyayê pêk bînin.

Piştî gotinên hinek ji berpirsên ÎYÎ Partiyê yên derbarê Şêx Seîd de parlamenterê ÎYÎ Partiyê yê Stenbolê Salîm Ensarîoglu jî ji partiya xwe îstîfa kiribû.

Piştî Ensarîoglu Serokê ÎYÎ Partiyê yê Amedê Vecdîn Ensarîoglu jî bi daxuyaniyekê li gel 12 hezar û 750 endamên rêxistina ÎYÎ Partiyê yên biryara xwe ya îstifayê ragihandibû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst