Numan Kurtulmuş: Partiyên siyasî berpirsyarê yasayên nû yên pêvajoyê ne

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Numan Kurtulmuş. Pêvajoa Çareseriyê Parlamentoya Tirkiyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş ragihand ku berpirsiyariya sererastkirinên yasayî yên di çarçoveya "Tirkiyeya Bêteror" de, di stûyê partiyên siyasî yên li parlamentoyê de ne.

Numan Kurtulmuş li parlamentoyê bersiva pirsên rojnamegeran da.

Kurtulmuş bal kişand ser pêvajoya çareseriyê û diyar kir ku divê ew di vê mijarê de lez bikin lê ev lez nabe ku bibe sedema bêplaniyê.

"Nexşerê diyar e"

Kurtulmuş di daxuyaniya xwe de got,“Biryar hatiye dayîn û nexşerê li pêşiya me ye. Derbarê gavan de berpirsiyarî ya wan partiyan e ku komên wan li parlamentoyê hene.

Daxwaza me ew e ku ev pêvajo di demeke herî nêzîk de biqede. Hêviya me ya sereke ew e ku PKK berpirsiyariyên xwe bîne cih û pêvajoya danîna çekan bilezîne."

Biryara hilbijartinê

Serokê Parlamentoyê li ser daxwaza hilbijartina pêşwext jî axivî.

Kurtulmuş amaje bi destûra bingehîn û rêziknameya parlamentoyê kir û got, gava mercên pêwîst pêk werin dê hilbijartin were kirin û biryara vê yekê jî Lijneya Giştî ya Parlamentoyê dide.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst