Hakan Fîdan: Divê rê neyê dayîn ku agirbesta Îran û Amerîkayê were têkdan

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Hakan Fîdan Esed Şeybanî Amerîka Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hakan Fîdan ragihand ku ew agirbesta di navbera Amerîka û Îranê de bi kêfxweşî pêşwazî dikin.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan destnîşan kir ku divê rê neyê dayîn ku hikûmeta Îsraîlê pêvajoya dan û standinê têk bide.

Hakan Fîdan li Enqereya paytexta Tirkiyeyê bi Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Esed Şeybanî re civiya.

Her du wezîr li avahiya wezaretê civiyan û piştî civînê daxuyaniyeke hevbeş da çapemeniyê.

Hişyariya sabotajê ya li dijî Îsraîlê

Hakan Fîdan ragihand ku ew bi kêfxweşî pêşwaziyê li agirbesta di navbera Amerîka û Îranê de dikin û got:

“Lê xaleke pir krîtîk heye. Divê bi taybetî raya giştî ya cîhanê li hemberî gavên muhtemel ên sabotajê yên Îsraîlê amade be û karibe berteka pêwîst nîşan bide.

Divê bi ti awayî destûr neyê dayîn ku hikûmeta Netanyahu, agirbesta li herêmê û ew pêvajoyên dan û standinê yên ku bi hewldanên pir dijwar hatine avakirin, careke din têk bibe.”

Fîdan bal kişand ser pêwendiyên welatên herêmê û anî ziman ku ew hêvî dikin pêwendiyên di navbera Îran û welatên Kendavê de li ser bingeheke xurtir asayî bibin.

Wî daxwaza avakirina pergala nû ya ewlehî û aştiyê li herêmê kir û diyar kir ku Tirkiye amade ye di vê pêvajoyê de roleke çalak bilîze.

"Du hefte têra çareserkirina pirsgirêkan nake"

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê li ser agirbestê destnîşan kir ku divê derfetên dîplomatîk werin berfirehkirin û anî ziman:

“Di wan planên ku ji bo agirbesta Amerîka û Îranê hatine ragihandin, sernivîsên pir dijwar ên wekî ewlehiya herêmî û mijarên din hene.

Du hefte dibe ku têra çareserkirina van hemûyan nekin.

Eger alî li hev bikin, agirbest dikare ji bo demeke din were dirêjkirin ku gotûbêj berdewam bikin.”

Hakan Fîdan bal kişand ser êrişên li Libnanê jî û got ku tevî agirbestê jî êrişên Îsraîlê yên li Libnanê ku “zarok û sivîlan dikin armanc didomin.”

Wî tekez kir ku “rawestandina dagirkeriya Îsraîlê ya li Libnanê” û parastina xelkê sivîl divê bibe karê herî pêşîn.

Mafên Kurdan di bin garantiyê de ne

Fîdan amaje bi pêvajoya entegrasyonê ya di navbera hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de jî da û got ku ew wekî Tirkiye vê pêvajoyê ji nêzîk ve dişopînin û piştgiriya wê dikin.

Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Esed Şeybanî ragihand ku piştî rûxîna desthilata Beşar Esed a di Kanûna 2024an de, derfeteke dîrokî ji bo vejîna Sûriyeyê çêbûye.

Şeybanî derbarê pêvajoya li gel Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) wiha peyivî:

“Di mijara entegrasyona HSDyê de, rênîşandera me prensîba yek dewlet, yek artêş û yek serwerî ye.

Di vê çarçoveyê de mafên çandî, zimanî û sivîl ên birayên me yên Kurd di bin garantiyê de ne.

Em xebatên xwe yên ji bo radestkirina deriyên sînorî û zeviyên petrol û gazê ji bo dewletê berdewam dikin.”

Şeybanî bal kişand ser hevkariya stratejîk a li gel Enqereyê û destnîşan kir ku Tirkiye di avakirina nû ya Sûriyeyê de hevpeymaneke pêbawer e.

Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê her wiha rexneyên tund li destwerdanên 14 salên borî yên Îranê û mîlîsên ser bi wê ve girtin û diyar kir ku Sûriyeyê ji ber van polîtîkayan ziyaneke mezin ditiye.

Şeybanî di dawiyê de bangî civaka navneteweyî kir ku zextê li Îsraîlê bikin ku ji axa Sûriyeyê vekişe û pêbendî peymana sala 1974an bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst