Xwendekar midûr kuştibû: Hûrgiliyên bûyerê çi ne?

09-05-2024
Rawîn Stêrk
Merasîma veşartinê / Wêne: Rûdaw
Merasîma veşartinê / Wêne: Rûdaw
Nîşan Stenbol Midûr Xwendekar Kuştin
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Mamosteyê ku ji li Stenbolê ji hêla xwendekarekî ve hatibû kuştin, bi beşdariyeke qerebelix hat veşartin.

Xwendekarê ku beriya demekê ji dibistanê hatibû avêtin, bi çeka digel xwe çûbû nava dibistaneke taybet û midûrê dibistane dabû ber guleyan.

Ew demek e sendîka bang li desthilatê dikin da ku yasayan biguhere û rê li ber şideta li qada perwerdeyê bê girtin lê şideta li vê qadê berdewam dike.

Xwendekar û hevalên mamosteyê kuştî jî ji ber ku gavên pêwîst nehatine avêtin gazinan dikin.

Şîn û xemgîniya li hevşa mizgeftê ji bo mamoste Îbrahîm Oktuganê 74 salî ye ku ji hêla xwendekarekî xwe yê berê ve hatiye kuştin.

Îbrahîm Oktugan zêdeyî 40 salî mamostetî kiriye û bi hezaran xwendekar perwerde kirine.

Di dawiyê de jî xwendekarekî wî yê ku ji dibistanê hatibû avêtin bi 5 guleyan ew kuşt.

“Me got em nikarin debarê pê re bikin”

Mamoste Kadriye Deveciyê amaje pê kir ku wî xwendekarî rêz li mamosteyan nedigirt û got:

“Xwendekarekî gelekî biproblem bû. Xweda rehma xwe lê bike mamosteyê me jixwe gotibû ku ew xwendekar bo me zêde ye.

Got ew ji bo xwendekarên me dibe mînakeke ne baş.

Li hemberî hemû memosteyan gelekî bêrezî dikir û xeberên ne baş digotin.

Ji xwe problema dawî jî ew bû ku li hemberî mamosteyekî me xeberên giran gotibûn.

Li ser vê biryar hat dayîn ku ji dibistanê bê qewirandin.

Malbatê gelekî hewl da vê yekê qebûl neke lê kurekî gelekî ne baş bû.

Me got em nikarin debarê pê re bikin û hat şandin.”

Xwendekar Yusif K. Ku xelkê Îraqê ye, beriya demekê mafê welatibûnê wergirtiye û li Stenbolê dest bi dibistanê kiriye.

Ji ber ku her tim bi mamoste û hevalên xwe re di nava ragêşiyê de bû û pêbendî disîplîna dibistanê nedibû ji dibistanê hatiye avêtin.

Yusif K. piştî ku ji dibistanê tê avêtin bi 5 mehan bi demançeyekê hatiye nava dibistanê û rasterast berê xwe daye jûra midûrê dibistanê Oktugan.

Yusif K. 5 guleyan lê direşîne û du ji wan li serê wî dikevin.

“Bi rastî kesekî gelekî baş bû”

Xwendekara bi navên Îlayda Turgut wiha behsa midûrê dibistanê kir:

“Mamosteyê me kesekî gelekî bidisîplîn bû.

Di karê xwe de, li hemberî mamoste û xwendekaran gelekî rêzdar bû. Bi rastî kesekî gelekî baş bû.”

“Em hatin kuştin wezîr hîn jî dibêje mulaqat”

Rayedarê Sendîkaya Mamosteyan Aldulkadîr Apaydin rexne li rayedarên perwerdeyên girtin û anî zimên:

“Wan pêşî li me da, rêzdar wezîr got mulaqat. Gule berdan me birêz wezîr dîsa got mulaqat.

Dawiyê em hatin kuştin wezîr hîn jî dibêje mulaqat.

Em wekî xebatkarên perwerdeyê ji rayedaran vê yekê dixwazin. Em dixwazin em bi awayekî rehet û dilniya herin dibistanan.”

Mamoste piştî ku bûye hedefa guleyên xwendekarê xwe li nexweşxaneyê canê xwe ji dest daye.

Yusif K. piştî bûyerê hatiye desteserkirin û dibistan jî niha girtî ye.

Di vê navê de sendîkayên mamosteyan jî wekî berteknîşandayînekê biryar da ku roja înê neçin dibistanan û şîdeta li qada perwerdeyê protesto bikin.

Li hêla din, li gorî îdiayan bavê Yusifê tawanbar xelkê Qeterê ye û dêya wî jî Îraqî ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst