Danezana G20ê: ‘Bikaranîna çekên nukleerî nayê qebûlkirin’

09-09-2023
RÛDAW
Nîşan G20 Danezan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di danezana G20ê de ji bo şerê Rûsya-Ukraynayê hat gotin ku bikaranîna çekên nukleerî yan jî gefa bikaranîna wan nayê qebûlkirin.

Danezana Civîna Serokan a G20ê ku bi mazûvaniya Hindistanê cara 18emîn li Delhiya Nû çêbû, hat weşandin.

Di danezana G20ê de derbarê şerê Rûsya-Ukraynayê de hat gotin ku “Bikaranîna çekên nukleerî yan jî gefa bikaranîna wan nayê qebûlkirin."

Welatên G20ê ji Rûsya û Ukraynayê xwest ku mijara veguhestina xwarin û genim çareser bikin.

Di danezana G20ê de hat destnîşankirin ji bo ku dewletên pêş dikevin bigihêjin armancên xwe yên emîsyonê heya sala 2030î hewcedariya wan bi 5,8-5,9 trilyon dolaran heye. 

Di danezanê de amaje pê hat kirin ku wan ev hewcedarî li cem xwe tomar kiriye.

Ji aliyê din ve Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modî jî ragihand ku welatên G20ê, tevî ku li ser pirsa Ukraynayê nakok bûn, gihiştin ragihandineke hevbeş.

G20 ji 19 welatan û Yekîtiya Ewropayê pêk tê û sala 2008an bi sedema krîza aborî hat avakirin.

Armanca avakirinê jî baştirkirina aboriya cîhanê bû lê nakokiyên di navbera endamên grûpê de her ku diçe zêdetir dibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst