Dibistan polên Kurdî venakin, malbat zarokên xwe dişînin komeleyan

2 demjimêr berê
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Nîşan Dersên Kurdî Enqere
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - Li Enqereya paytexta Tirkiyeyê malbat ji ber ku dibistan polên Kurdî venakin zarokên xwe dişînin komeleyan.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dema serlêdana ji bo dersên vebijêrkî yên Kurdî dest pê kir.

Serlêdan dê heta 20ê Sibatê bidomin.

Li gelek bajaran dersên Kurdî nînin

Ev pêvajo hemû Tirkiyeyê li xwe digire lê li gelek bajarên Tirkiyeyê hîn jî dersên Kurdî nînin.

Li gorî hinek komeleyên Kurdan, sedema vê ya sereke helwestên li dijî Kurdan û Kurdiyê ne.

Li Enqereyê jî ji ber nebûna polên dersên Kurdî malbatên Kurd zarokên xwe dişînin komele û navendên taybet.

Birêvebiriya Giştî ya Perwerdeya Bingehîn a Wezareta Perwerdeya Tirkiyeyê 5ê Sibatê ji dibistanan re nivîsek şand.

Dema serlêdanê dest pê kir

Di nivîsê de ji birêvebirên dibistanan hatiye xwestin ku heta 20ê vê mehê daxwazên malbatan ên ji bo dersên vebijêrkî yên polên 5, 6, 7 û 8an wergirin.

Bi vê yekê dema serlêdana ji bo dersên vebijêrkî yên Kurdî dest pê kir.

“Bila birêvebirî bandorê li malbatan neke”

Sekreterê Giştî yê Egîtîm Senê Zulkuf Guneş got, “Xwendekar dê li dibistanan ji xwe re dersan hilbijêrin.

Em wekî Sendîkaya Mamosteyan dibêjin bila îdare û dibistan bandorê li malbat û xwendekaran nekin, ya girîng ew e ku xwendekar û malbat bêyî bandor û astengiyan karibin dersan hilbijêrin.

Eger astengî yan bandoreke neyînî li xwendekaran bê kirin, em dê wekî rêxistin di aliyê hiqûqî de li dijî bisekinin.”

Hilbijartina dersên Kurdî tevî ku seranserî Tirkiyeyê li xwe digire jî li gelek metropol û bajarên Tirkiyeyê dersên Kurdî nînin.

Yek ji wan jî Enqere ye ku derdora 500 hezar Kurdan lê dijîn. Li gorî komeleyên Kurdî jî sedema sereke helwestên li dijî Kurdiyê ne.

“Divê rê ji bo Kurdî were dayîn”

Ji Navenda Anatoliayê Zelal Angayê got, "Divê dewlet bi awayekî cidî dersên Kurdî bixe mifredata fermî lê eger vê nekin jî pêwîst e rê bidin ku sazî û komeleyên Kurdan bên avakirin û zêde bibin.

Ev yek ji bo hebûn û xwebûna me girîng e."

Piraniya Kurdên ku li Enqereyê dijîn li şûna dibistanan zarokên xwe dişînin komele û navendên çand û hunerî.

Ji Navenda Ankayê Omer Heyat got:

"Eger em bi taybetî behsa Enqereyê bikin, ketina nava pergalê piştî demekê dibe sedem ku di nava zarok û malbatan de hişmendiya ziman kêm bibe.

Em jî dibêjin armanca me ew e ku em bi rêya komele û atolyeyan xebata xwe dîsa bimeşînin.

Atolye û xebatên me yên li ser zimanê Kurdî jî bi vê armancê tên kirin."

Ji bo ku li dibistanan di asta polên 5, 6, 7 û 8an de hefteyê du saetan dersên vebijêrkî yên Kurdî bên vekirin divê herî kêm 10 xwendekar daxwaza dersan bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst