Hewlêr (Rûdaw) - Şandeyeke olî ya Kurdên Êzidî li ser vexwendina fermî ya Alîkarê Serokê AK Partiyê Zafer Sirakaya, li Enqereyê beşdarî bernameya fitarê bû û bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re civiya.
Navenda Çand û Mafên Êzidiyan bi daxuyaniyekê ragihand ku 9ê Adara 2026an şandeyeke bi serokatiya Serokê Encûmena Olî ya Civaka Baweriya Êzidiyan a li Almanyayê Şêx Xwedêda Adanî û Pîr Davud Pamûkçî çûye Enqereyê.
Şandeya Êzidiyan beşdarî 17emîn fitara kevneşopî ya Enqereyê bûye ku di bin çavdêriya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan de hatiye lidarxistin.
Di bernameyê de gelek dîplomat, nûnerên civakên olî û mêvanên navneteweyî amade bûn.
Hevdîtina bi Erdogan re
Li gorî daxuyaniyê, di çarçoveya vê bernameyê de şandeya Êzidiyan hevdîtineke taybet bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re pêk aniye.
Di hevdîtinê de, girîngiya parastina mafên olî, ewlehî û nasnameya çandî ya civaka Êzidiyan hatiye nîqaşkirin.
Her wiha hatiye destnîşankirin ku divê li Tirkiyeyê û li seranserê cîhanê guh bidin daxwaz û berjewendiyên Êzidiyan.
Rewşa Şingalê û civîna bi Hakan Fîdan re
Şandeya Êzidiyan bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan re jî hevdîtinek kir.
Di civîna li gel Fîdan de, bi taybetî rewşa niha ya Êzidiyên li Şingalê hat gotûbêjkirin.
Di vê çarçoveyê de hat xwestin ku ji bo Şingalê aramî, ewlehî û çareseriyeke siyasî ya mayînde bê peydakirin.
Hat diyarkirin ku divê gelê Êzidî yê li wê derê dijî di nav rûmet, azadiya olî û ewlehiyeke daîmî de bijî.
'Gaveke girîng e'
Navenda Çand û Mafên Êzidiyan amaje bi wê yekê kir ku ev yek ji wan demên yekem e ku nûnerekî civaka Êzidiyan rasterast bi Serokkomarê Tirkiyeyê re dicive û pirsgirêk û daxwazên Êzidiyan tîne ziman.
Navendê ev civîn wekî "gaveke girîng" pênase kir da ku mijarên Êzidiyan di asta siyasî ya herî bilind de bên dîtin û gotûbêjkirin.
Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin ku ev cure hevdîtin ji bo xurtkirina diyalogê, pêkvejiyana olan û parastina kêmîneyên olî gelekî girîng in.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse