HAK-PAR û Partiya Paşerojê li ser pirsgirêka Kurdan civiyan

1 demjimêr berê
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Nîşan HAK-PAR Partiya Paşerojê
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - Şandeya HAK-PARê ya bi serokatiya Serokê Giştî yê partiyê Duzgun Kaplan, li Enqereyê Navenda Giştî ya Partiya Paşerojê ziyaret kir.

Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) li Enqereyê ziyaretên xwe yên li ser rapora Komîsyona ku li Parlamentoya Tirkiyeyê hatiye avakirin didomîne.

Şandeya HAK-PARê ya ku berê bi Partiya DEVAyê re civiyabû, vê carê jî bi Serokê Giştî yê Partiya Paşerojê Ahmet Davutoglu re civiya.

Şandeya HAK-PARê bi serokatiya Serokê Giştî Duzgun Kaplan pêk hat.

Di şandeyê de Alîkarên Serokê Giştî Cihan Baykara, Mustafa Aytaş, Mehmet Şirîn Timur û Şêwirmend Metîn Pîranî cih girtin.

Şande li Navenda Giştî ya Partiya Paşerojê ji aliyê Serokê Giştî Ahmet Davutoglu, Cîgirê Serokê Giştî Ayhan Sefer Ustun û rayedarên partiyê ve hat pêşwazîkirin.

Partiya Paşerojê: Diyalog roj bi roj girîngtir dibe

Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Paşerojê Ayhan Sefer Ustun piştî civînê ji Rûdawê re axivîn.

Ayhan Sefer Ustun bal kişand ser girîngiya diyaloga di navbera partiyên siyasî de û got:

“Em girîngiyê didin diyalog û şêwra di navbera partiyan de. HAK-PAR ji sala 2002yan ve di qada siyasetê de partiyeke kevnar e.

Li herêma me bipêşketinên gelekî girîng hene. Di demeke wiha de ev hevdîtina me gelekî watedar e.”

HAK-PAR: PKK encam e, ya sereke Pirsgirêka Kurdan e

Civînê nêzîkî 45 xulekan berdewam kir.

Serokê Giştî yê HAK-PARê Duzgun Kaplan di civînê de nêrînên partiya xwe yên li ser rapora Komîsyona  Parlamentoya Tirkiyeyê anîn zimên.

Duzgun Kaplan ji Rûdawê re got ku ew di çarçoveya pêvajoyê de bi partiyan re dicivin û li ser pirsgirêka Kurdan û pirsgirêkên Tirkiyeyê nêrînên xwe parve dikin.

Duzgun Kaplan di civînê de diyar kiriye ku nabe Pirsgirêka Kurdan û pirsgirêka PKKyê tevlîhevî hev bibin.

Duzgun Kaplan wiha axivî:

“Eger PKK bi temamî were tesfiyekirin, ev yek dê herî zêde ji bo Kurdan bibe xêr û em piştgiriyê didin vê yekê.

Lê pirsgirêka Kurdan ne tenê PKK ye. PKK ne sedem e, encam e.

Dema meseleya PKKyê çareser bibe, pirsgirêka Kurdan ji ber xwe ve çareser nabe.

Em wekî HAK-PARê vê pirsgirêkê wekî meseleya herî jiyanî ya Tirkiyeyê dibînin.

Em bawer dikin ku divê çareserî teqez li ser bingeha wekheviyê be.

Ji bo çareseriyeke adilane em pêşniyar dikin ku Tirkiye bi şêwazeke federal ji nû ve were avakirin.”

Rûdanên herêmî û rexneya li siyaseta derve

Di civînê de her wiha qala şer û rûdanên siyasî yên dawî yên li Sûriye, Rojavayê Kurdistanê, Îraq, Herêma Kurdistanê, Îran û Rojhilatê Kurdistanê jî hat kirin.

Kaplan diyar kir ku polîtîkayên desthilata niha yên li hemberî Kurdên li derveyî sînorên wê şaş in û tevkariyê li aramiya herêmê nakin.

Davutoglu: Em ji diyalogê kêfxweş in

Serokê Giştî yê Partiya Paşerojê Ahmet Davutoglu jî ji ber ziyaretê kêfxweşiya xwe anî zimên.

Davutoglu nirxandinên partiya xwe yên li ser xebatên li parlamentoyê û rapora Komîsyonê parve kirin.

Ahmet Davutoglu bal kişand ser girîngiya diyaloga navbera partiyên siyasî ya di vê pêvajoya hestiyar de ku Tirkiye tê re derbas dibe.

Hevdîtin bi parvekirina nêrînên her du partiyan ên li ser siyaseta herêmî û xwecihî bi dawî bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst