Ayşegul Dogan: Di rojeva me de guhertina navê partiyê nîne

5 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan DEM Partî Pêvajoya Çareseriyê AK Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê diyar kir ku di rojeva wan de guhertina navê DEM Partiyê nîne û divê Parlamentoya Tirkiyeyê ji bo sererastkirinên yasayî bi berpirsiyarî tevbigere.

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê şeva borî li ser mijarên di rojevê de ji bo medyaya Tirkiyeyê axivî.

Ayşegul Doganê li ser pirsa guhertina navê DEM Partiyê eşkere kir ku tiştekî wiha di rojeva wan de nîne û da zanîn ku niha civînên wan li ser pêvajoya çareseriyê ne.

Doganê li ser pêvajoyê bersiva gotinên Berdevkê AK Partiyê Omer Çelik da.

Çelik gotibû, “Di rapora parlamentoyê de hat diyarkirin ku piştî danîna çekan dê gav werin avêtin. Danîna çekan, xwefesixkirina tam a pêkhateya rêxistina terorê ye. Parlamentoyê nexşerêya xwe zelal kiriye.”

Berdevka DEM Partiyê diyar kir ku rêxistinê xwe fesix kiriye lê wisa xuya dike ku agahiya Omer Çelik jê nîne û anî ziman:

“Em ketine serdemeke nû, tevî vê yekê em dibînin ku Berdevkê AK Partiyê li ser heman zimanî îsrar dike.

Wisa diaxive, wekî ku qet tiştek neqewimiye. Ev tişt baweriyê kêm dikin.

Ji ber ku hîn dibêje ji bo çarçoveya yasayî li benda xwefesixkirina rêxistinê ne, bi rastî yan agahiya wî jê nîne yan jî bi zanebûn wiha tê kirin.

Divê mirov hinekî bi cidî nêzî vê mijarê bibe.”

Doganê rexne li zimanê desthilatê yê li ser pêvajoyê girtin û destnîşan kir ku divê her kes û sazî bi berpirsiyarî tevbigerin û gav bi awayekî dualî û bi hev re werin avêtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst