Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di Roja Cîhanî ya Mafê Mirovan de li ser Kurdî axivî û got, “Me qedexeya li ser zimanê Kurdî rakir.”
Di bernameyeke taybet a "Roja Cîhanî ya Mafên Mirovan" de ku doh li bajarê Stenbolê hat sazkirin Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan gotarek pêşkêş kir.
Erdogan diyar kir ku zimanê Kurdî berê qedexe bûye û di dema deshilata wan de ew qedexe nemaye û astengek li pêşiya Kurdan a axaftina bi zimanê dayîkê nemaye.
Di bernameya de Erdogan behsa zimanê Kurdî kir û got ku di nav 21 salên derbasbûyî de wan gelek tişt guhertine, li dijî cudakariyan rawestiyane û giringî bi pir partîbûnê dane.
Yek ji mijarên ku Erdogan di gotara xwe de li ser rawestiya mijara zimanê Kurdî bû û wiha axivî:
"Ji derveyî Tirkî ku zimanê fermî ye, bo fêrbûna ziman û zaravayên din me rê xweş kiriye.
Me derfeta wê yekê daye ku bi wan zimanan propagandeya siyasî bê kirin, bernameyên televizyon û radioyê bên çêkirin.
Zimanê Kurdî qedexe bû? Belê qedexe bû, me pêşiya wê vekir.
Birayên min ên Kurd, welatiyên Kurd dikarin hemû propagandeyên siyasî bi zimanê Kurdî bikin? Belê dikarin.
Me pêşiya wê vekir. Tawanê nefretê cara yekem di serdema me de ceza wergirtiye."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse