Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li şûna Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç, Serdozgerê Komarê yê Stenbolê Akin Gurlek tayîn kir û li şûna Wezîrê Karên Navxwe Alî Yerlîkaya jî Parêzgarê Erziromê Mustafa Çîftçî tayîn kir.
Du wezaretên krîtîk
Akin Gurlek di dema Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de mohra xwe li gelek lêpirsînan xistibû.
Yek ji wan lêpirsînan jî derbarê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê bû.
Di kulîsan de dihat axaftin ku Gurlek ev demeke dirêj e vî karî dixwaze.
Her wiha dihat angaştkirin ku ew ji hinek sepanên Gerînendehiya Ewlehiyê û Wezareta Karên Navxwe dilgiran e.
Hêviya guherîneke berfireh di kabîneyê de hebû lê Erdogan tenê ev her du wezaretên krîtîk ên daraz û ewlehiyê guhertin.
Gurlek demeke dirêj li Stenbolê serokatiya dadgehê kiribû û bi biryarên xwe ketibû rojevê.
Pişt re wekî Alîkarê Wezîrê Dadê hatibû tayînkirin.
Gurlek Çiriya Pêşîn a 2024an bûbû Serdozgerê Komarê yê Stenbolê. Ew niha wekî Wezîrê Dadê vedigere Enqereyê.
Piştî tayînkirina Gurlek, di kulîsan de navê du kesan derbas dibe.
Tê îdiakirin ku dê an Serdozgerê Komarê yê Anadoluyê Fatîh Donmez an jî Dozgerê Bakirkoyê Bariş Duman li şûna wî were tayînkirin.
Alî Yerlîkaya çû Mustafa Çîftçî hat
Alî Yerlîkaya piştî Silêman Soylu li ser kursiyê Wezareta Karên Navxwe rûniştibû.
Demeke dirêj bû qala dûrxistina wî dihat kirin.
Yerlîkaya dê kursiyê xwe radestî Parêzgarê Erziromê Mustafa Çîftçî bike.
Çîftçî sala 2021ê tevlî bîranîna “Îskîlîplî Atif Hoca” bûbû û ev yek di raya giştî de bûbû sedema nîqaşan.
Her wiha dihat gotin ku Yerlîkaya bi alîkarên wezîr re pirsgirêkan dijî.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse