Hewlêr (Rûdaw) - Serokê berê yê Parlamentoya Tirkiyeyê Bulent Arinç, li ser rewşa Abdullah Ocalan û pêvajoya çareseriyê got: "Ez ne li dijî vê pêvajoyê me û dixwazim bigihe encamekê. Mafê hêviyê bidin Ocalan."
Bulent Arinç doh (10ê Gulana 2026an) li Enqereyê beşdarî konferansa bi navê "Pêwendiya Aşitiya Civakî û Siyasetê" bû ku ji aliyê “Platforma Tam Demokrasî”yê ve hatibû rêkxistin.
Arinç di axaftina xwe de qala mijarên wekî statuya Abdullah Ocalan, rewşa girtiyên Biryarnameyên di Hikmê Qanûnê de (KHK) û pergala darazê ya Tirkiyeyê kir.
“Ma pêkan e 3 milyon mirov…?”
Arinç rexne li pêla girtin û jikardûrxistinên piştî “hewla darbeyê” ya 15ê Tîrmehê girt û diyar kir ku pergala dadweriyê zerer daye bi milyonan kesan û anî zimên:
“Ma pêkan e 3 milyon mirov wekî endamên rêxistineke terorê werin qebûlkirin? Ev mirov kî ne? Tenê ji ber ku pirtûkek xwendine, zarokên xwe şandine dibistanekê yan jî pere xistine bankekê, hatine cezakirin.
Ma ev sazî hemû ne yasayî bûn? Tiştê ku ji bo hinekên din ne sûc e, çawa dibe ji bo van mirovên bêguneh bibe sûc? Edalet daxwaza herî mezin a milet e.”
"Mafê hêviyê bidinê"
Bulent Arinç li ser nîqaşên li ser "statuya Abdullah Ocalan" peyamên zelal dan û wiha peyivî:
“Ew kesên ku îro li pey statuya Ocalan in, divê pêşî van pirsgirêkên hiqûqî çareser bikin. Statuya Ocalan hûn çi datînin deynin; ez ne li dijî vê pêvajoyê me, ez piştgirê wê me.
Ez dixwazim ev hewldan bigihin encamekê lê dema ez qala ‘efûya giştî’ dikim, hinek bi tundî êrişî min dikin.
Bila ew kesên êrişkar rêyeke çareseriyê peyda bikin. Ocalan 25 sal in li wir e (Îmralî), ez piştgiriyê didim mafê hêviyê. Mafê hêviyê bidinê.”
Divê were gotin ku li Tirkiyeyê piştî daxuyaniya Serokê MHPyê Devlet Bahçelî ya li ser "Koordînatoriya Pêvajoya Aştî û Siyasîbûnê" nîqaşên li ser statuya Abdullah Ocalan û mafên girtiyên siyasî gelekî germ bûne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse