Hewlêr (Rûdaw) - Hûrgiliyên pêşniyaryasaya ku ji bo bipêşveçûna pêvajoyê tê amadekirin eşkere bûn.
Tê plankirin ku ji bo şopandina pêvajoya çekdanîna PKKyê û xebatên lihevkirina civakî "Lijneya Şopandin û Koordînasyona Yekbûna Civakî" were avakirin.
Li gorî nûçeya taybet a malpera Haberler.comê, xebatên yasayî yên li ser pêvajoyê bilez bûne.
Her wiha hûrgiliyên wê mekanîzmayê jî eşkere bûn ku tê plankirin piştî piştrastkirina çekdanîna PKKyê were xebitandin.
Tê plankirin ku navê wê pêşniyaryasayê bibe "Pêşniyaryasaya Yekbûna Civakî û Piştgiriya Neteweyî.”
Li gorî vê pêşniyaryasayê, dê lijneyek hemû pêvajoyê û mekanîzmayê bişopîne. Navê wê lijneyê dê bibe "Lijneya Şopandin û Koordînasyona Yekbûna Civakî."
Lijne dê hemû pêvajoyê bişopîne
Lijne dê hem koordînasyona di navbera saziyan de dabîn bike û hem jî di çarçoveya agahiyên ji qadê tên de, wan proseduran bişopîne ku dê li ser wan gerîlayan werin sepandin ku çekan deynin.
Di lijneyê de kîjan sazî hene?
Di lijneyê de dê nûnerên Serokatiya MÎTê, Wezareta Karên Navxwe, Wezareta Parastinê, Wezareta Dadê, Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî, Wezareta Kar û Ewlehiya Civakî û Wezareta Tenduristiyê hebin.
Şopandina pêvajoya çekdanînê
Lijne dê di çarçoveya krîterên objektîv û kontrolkirî de, pêvajoya çekdanînê û belavkirina PKKyê bişopîne û tesbîtan bike.
Piştî ku hat tesbîtkirin çekdanîn bi dawî bûye, ev lijne dê ji bo lihevkirina endamên rêxistinê ya bi jiyana civakî re planan amade bike.
Dê raporê bide parlamentoyê
Lijne dê di heman demê de qonaxên pêvajoyê bi awayekî peryodîk wekî rapor pêşkêşî Serokatiya Parlamentoya Tirkiyeyê bike.
Mekanîzmayek dê were xebitandin ku biryarên lijneyê ji aliyê saziyên giştî yên cuda ve werin pêkanîn û dê were dabînkirin ku sazî bi hev re tevbigerin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse