Erdogan li ser destûra nû axivî: Ev deynê siyaseta Tirkiyeyê ye

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Recep Tayyîp Erdogan Tirkiye Destûr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan derbarê destûra nû got, “Ev deynê stûyê siyaseta Tirkiyeyê ye”

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, îro di salvegera 158an a damezirandina Danistayê û Roja Daraza Îdarî de axivî.

Erdogan li ser nîqaşên destûra nû peyamên girîng dan û got, "Rakirina vî eybê, deynê stûyê siyaseta Tirkiyeyê ye."

Erdogan di merasîma li avahiya Danistayê de bal kişand ser rola daraza serbixwe û bêalî ya di dewleta hiqûqê de û got:

"Pênaseya herî giştî ya dewleta hiqûqê ew e ku dewlet bi hemû sazî û organên xwe di nava hiqûqê de bimîne û bi hiqûqê zindî bibe."

"Me têlên strîdar ên di navbera gel û komarê de rakirin"

Erdogan bal kişand ser reformên salên dawî û got ku bi Pergala Hikûmeta Serokkomariyê îradeya milet rasterast di birêvebirina dewletê de bûye diyarker û wiha domand:

“Me ew têlên strîdar ên ku di navbera gel û komarê de hatibûn kişandin, rakirin û avêtin.

Bi taybetî bi Pergala Hikûmeta Serokkomariyê me wisa kir ku îradeya milet bêyî navbeynkar di îdareya dewletê de bibe diyarker."

Erdogan eşkere kir ku dê ji bo zêdekirina karîgerî, zelalî û hesabdayînê reform bidomin.

Wî da zanîn ku ji bo xurtkirina daraza îdarî hejmara dadgehan hatiye zêdekirin û bi karkirina pergala îstinafê re barê karê Danistayê sivik bûye.

"Desthilata wesayetê ya darazê nîne"

Erdogan di axaftina xwe de qala destêwerdanên darazê yên serdemên borî jî kir û got:

“Bikaranîna desthilata darazê ya bi destêwerdanên derveyî hiqûqê bi ti awayî nayê qebûlkirin û efûkirin."

Erdogan diyar kir ku daraz nikare li ser qanûndanan û bicihkirinê wesayetê ava bike û wiha pê de çû:

“Maf û desthilata darazê nîne ku bi navê wesayetê li ser qanûndananê yan jî bicihkirinê kar bike û biryaran bide."

Erdogan her wiha çanda lînçkirinê ya li ser medyaya civakî rexne kir û anî ziman ku ev carinan wekî "amûreke operasyonê" dixebite.

"Hesreta milet a ji bo destûreke baş bi dawî nebûye"

Erdogan di axaftina xwe de bi berfirehî cih da nîqaşên li ser destûra nû.

Wî da zanîn ku destûra heyî şopên serdemên darbeyan li ser xwe hildigire û got:

“Tevî çar destûrên ku li pey Qanûna Esasî hatine jî hesreta miletê Tirk a ji bo destûreke baş hîn jî bi dawî nebûye."

Erdogan destnîşan kir ku her du destûrên dawî berhemên darbeyan û destêwerdanên derveyî hiqûqê ne û got:

"Destûreke nû, berfireh, azadîxwaz û sivîl bi derfeta avakirina demokrasiya me ya ji jêr ber bi jor ve li pêşiya me ye."

Erdogan her wiha tekez kir ku divê destûr bibe metneke ku ji aliyê civakê ve tê diyarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst