Êrîşa Stenbolê ziyan gihande bazirganên kurd

11-06-2016
RÛDAW
Nîşan Stenbol TAK Vezneciler Bazirganên Kurd geştiyarî şer
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Êrîşa 7ê Hezîranê ya Stenbolê ku Teyrebazên Azadiya Kurdistanê (TAK) kirî ziyana herî mezin gihande bazirganên kurd.


Teqînê zirareke mezin gihandiye gelek dikan û hotêlan ku piraniya karmend û xwediyên wan kurd in.


Xwediyê Hotêla Diana, Abdulcabbar Senar ji Rûdawê re got: "Ev çend meh e li vir tu kar nemaye. Car e kolanên vir tije bûn, cih tune bû. Niha vala ne, tu kes nema. Rewşa hemû hotêlan xirab e. Ev yek hem ji bazirganên kurd hem ji yên din re gelekî xirab e."


Bazirganekî din, Mehmet Cesim ku xwedî çend hotêl û xwaringehê ye got: "Ji sedî 80-90 devera Laleli di destê me kurdan de ye. Hêvî dikim ev şer xilas bibe. Rewş ji bo me gelekî xirab e. Beriya teqînê sedî 60-70yê hotêlên me tije bûn, niha vala ne."


Teqîna ku li devera Vezneciler a Stenbolê qewimî ziyaneke mezin da xwediyê Dêrsimî yê hotêleke nêzî cihê teqînê.


Xwediyê Hotêla Celal Aga Konagi, Celal Yuksel diyar kir ku nêzî 10 milyon dolarî zirar gihaye karê wî.


Yuksel dibêje kes nehatiye û rewşa wan nepirsiye: "Malbata me 40 sal e di warê geştiyarî de şixul dike. Min li Dêrsimê karên mezin kirin. Ev hotêl di nava 6 mehan de bû markayeke cîhanî. Avakirina 6 sal kişand. Me li Stenbolê 8 hotêl hene, niha hemû vala ne. Zirara me ji 10 milyon dolarî bêhtir e."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst