NY: Li Îranê piştî şer zextên li ser Kurdan û pêkhateyên din zêde bûne

04-07-2025
Ceifer Mubeşirniya
Nîşan Îran Şer Zext Kurd Çewisandin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Raportera Taybet a Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Kar û Barên Mafên Mirovan a Îranê Mai Satoyê ragihand ku li Îranê piştî şer zexta li ser Kurdan û pêkhateyên din zêde bûye.

Mai Satoyê bal kişand ser rewşa mafên mirovan a li Îranê ya piştî şerê li gel Îsraîlê û dilgiraniya xwe ya “kûr” anî zimên.

“Hinek raporên metirsîdar gihiştine me”

Wê hişyarî da ku Îran vê rewşê ji bo zêdekirina bêdengkirin û çewisandina Kurd, Belûç û kêmîneyên din û her wiha dijberên siyasî bi kar neyîne û biland:

“Hinek raporên metirsîdar gihiştine me ku behsa pêleke berfireh a girtin û bidarvekirinê dikin, bi taybetî di nava kêmîneyên neteweyî de.”

Wê amaje bi wê yekê jî kir ku ji destpêka aloziyan ve 6 kes bi tohmeta sîxuriya ji bo Îsraîlê hatine bidarvekirin ku 3 ji wan Kurd bûne.

Satoyê her wiha eşkere kir ku bi sedan kesên din jî hatine desteserkirin ku di nav de rojnameger, çalakvanên mafên mirovan, bikarhênerên torên civakî û welatiyên biyanî hene.

Her wiha gelek Kurd, Belûç û Ereb jî di nava girtiyan de ne.

Yek ji nîgeraniyên serekî yên Satoyê hewldanên Parlamentoya Îranê ne ji bo pesendkirina yasayekê ku tawanên sîxuriyê wekî “Fesad fîl-Erd” (Gendeliya li ser rûyê erdê) bihesibîne ku cezayê wê bidarvekirin e.

Mai Satoyê ev yek wekî “pêngaveke gelekî metirsîdar” bi nav kir.

“Cihê dilgiraniyeke mezin e”

Wê derbarê rewşa girtiyên Zîndana Evînê diyar kir ku ew bi berdewamî raporan werdigirin û got:

“Veguhastina hinek girtiyên li Zîndana Evînê ya ber bi zindanên din ên li Tehran û Qerçekê û nediyarbûna çarenivîsa hinek girtiyên din cihê dilgiraniyeke mezin e û metirsiya bêserûşûnkirina wan heye.”

Mai Satoyê bang li civaka navneteweyî kir ku piştgiriya ji bo çalakvanên civaka sivîl a li Îranê bike karê xwe yê pêşîn û di vî warî de alîkariyên madî, teknîkî û medyayî pêşkêş bikin.

Raportera Neteweyên Yekbûyî hişyarî da ku divê Komara Îslamî ya Îranê rê nede “dîroka reş a çewisandina gel piştî şer ducare bibe” û da zanîn ku cîhan bi hûrgilî çavdêriya tevgerên desthilata Tehranê dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst