Beşek ji berpirsan vekirî daxwazê ji Kiliçdaroglu dikin ku postê xwe bicîh bihêle û derfetê bide kesên din.
Hewlêr (Rûdaw) - Li gor encamên rapirsiya Navenda Lêkolînan a Şanli ya derbarê serokatiya CHPê de %49.3ê beşdarên rapirsiyê ligel wê yekê ne ku Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu bibe serokê giştî yê CHPê. Kemal Kiliçdaroglu ku niha serokê giştî ye di rapirsiyê de %5.5ê dengan bidest xistiye.
Piştî şikestina li beramber Recep Tayyip Erdogan di hilbijartina serokkomariyê de, careke din xewna Kiliçdaroglu ya ku bibe serokkomar nebû rastî. Niha postê wî hizbî jî ketiye metirsiyê…
Beşek ji berpirsan vekirî daxwazê ji Kiliçdaroglu dikin ku postê xwe bicîh bihêle û derfetê bide kesên din.
Serokê Şaredariya Boluyê Tanju Ozcan ku ser bi CHPê ye, êvara Şemiyê di Twîttek belav kir ku di beşekî wê de tê gotin: “Heta rêzdar Kiliçdaroglu nebêje; ez jî beşek im ji guhertinan, ez bêdeng nabim. Ji bo xatirê kursî bêdeng nabim. Eger pêwîst bike ez jî beşekî xwe ji van guhertinan werdigrim.”
Serokê Şaredariya Boluyê Tanju Ozcan got: “Heta rêzdar Kiliçdaroglu nebêje; ez jî beşek im ji guhertinan, ez bêdeng nabim. Ji bo xatirê kursî bêdeng nabim. Eger pêwîst bike ez jî beşekî xwe ji van guhertinan werdigrim.”
Li gor encamên rapirsiya Navenda Lêkolînan a Şanli ku rojên 1 heta 6ê Hezîranê derbarê serokatiya CHPê de kiriye, %49.3ê beşdarên rapirsiyê ligel wê yekê ne ku Îmamoglu bibe serokê giştî yê CHPê.
Muhrrem Înce ku niha serokê Partiya Memleket e û her li ser hevrikiya serokatiyê ligel Kiliçdaroglu CHP bicîh hişt, %12.2ê beşdaran hez dikin bibe serokê giştî yê CHPê. %8.3ê wan dixwazin Serokê Partiya Guherînê ya Tirkiyê Mustafa Sarigul bibe serokê giştî yê CHPê.
Kemal Kiliçdaroglu ku niha serokê giştî ye di rapirsiyê de %5.5ê dengan bidest xistiye. Herwiha Serokê Şaredariya Bolu Tanju Ozcan ku ser bi CHPê ye, %4.2ê dengan bidest xistine. Yekî din jî ji wan kesayetiyên ku dihat çaverêkirin bibe berbijêrê postê serokkomariya Tirkiyê Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Enqerê Mansur Yavaş e. Yavaş di rapirsiyê de %3.4ê dengan birine. Herwiha %9.8ê beşdarên rapirsiyê bêbiryar in. %7.3ê daxwaza kesên din dikin.
Ekrem Îmamoglu ku di dema propagandeyê de berdewam li bajaran mitîng dikirin û piştîvaniya Kiliçdaroglu dikir, ligel guhertinane.
Îmamoglu tenê rojek piştî hilbijartina serokkomariyê axifî.
Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu got: “Guherîn di hemû dem û rewşekê de pêwîst e. Ji niha û şûnde li bendê namînin heman karî bikin û encamên cuda bibînin.”
Ligel hemû guşaran, Kiliçdaroglu naxwaze dest ji kar bikşîne, roja 5ê Hezîrana 2023an hejmara endamên Navenda Biryarê û Rêveberina CHPê ji 18an bo 15 hat kêmkirin û tenê 5 ji endamên berê mane.
Kemal Kiliçdaroglu ji sala 2010an ve Serokê Giştî yê CHPê ye. CHPê di referandûm û hilbijartinên salên 2010, 2011, 2014, 2015, 2017, 2018, 2019 û 2023an de nikariyê ji AK Partiyê zêdetir dengan bidest bixe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse