Şewata li Çanakkaleyê didome: 2090 kes ji cihên xwe hatin veguhastin

11-08-2025
RÛDAW
Nîşan Çanakkele Agir Daristan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kepezê ya Çanakkaleyê li gel midexaleya asmanî û bejahî agirê daristanê didome û 2 hezar û 90 kes ji cihên xwe hatin veguhastin.

Parêzgarê Çanakkaleyê Omer Toraman îro li ser hesabê xwe yê Xê derbarê rewşa dawî ya agirê ku bi daristanê ketiye de peyamek belav kir.

Li gor daxuyaniya Parêzgarê Çanakkaleyê ji ber bayê agir her diçe belav dibe û hem ji asmanan û hem jî ji bejahî hewl didin agir vemirînin.

Parêzgar diyar kir ku li herêmên metirsî heye wekî tedbîr 2 hezar û 90 kes ji cihên xwe hatin veguhastin.

Her wiha 77 welatî jî ji ber dûkelê birîne nexweşxaneyan.

Parêzgarî di heman demê de hişyarî da ku eger pêwîst neke bila kes dernekeve ser rêyan.

Hat zanîn ku rêya di navbera Çanakkale û Ezineyê de ji 10 heta 31 kîlometreyê bi demkî hatiye girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Wêneyekî temsîlî /  Arşîv

Naveroka Paketa Darazê ya 11an çi ye?

Tê pêşbînîkirin ku 55 hezar girtî bên berdan û bi hezaran girtî jî ji girtîgehên girtî derbasî girtîgehên nîvvekirî bibin