Hewlêr (Rûdaw) - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê ragihand ku van rojên dawî li dijî Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan propagandaya reşkirinê tê kirin.
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan îro li navenda giştî ya DEM Partiyê civîneke medyayê li dar xist û derbarê rojevê axivî.
“Propagandaya reşkirinê tê kirin”
Ayşe Doganê diyar kir ku van rojên dawî bi zanebûn li dijî Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan propagandaya reşkirinê tê kirin.
Dogan got, “Di pêvajoya çareseriyê de wekî DEM Partiyê em her dem erênî bûne û me pêwîstiyên welêt li ber çavan girtine.”
“Reşnivîs derket holê”
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan wiha axivî:
“Ji bo vekirina rêyên demokratîk ên siyasî mixabin sererastkirinên yasayî û hiqûqî nehatin kirin.
Xebatên komîsyonê ku bi mehan e didomin gihiştin qonaxa dawî.
Hêviya raya giştî jî ew e ku rapora hevpar a ku li ser hatiye lihevkirin bê nivîsandin.
Wekî ku Serokê Komîsyonê û Parlamentoyê Birêz Kurtulmuş ji raya giştî re parve kir, tîma hevpar a nivîsandinê xebatên xwe temam kirin û reşnivîsek derket holê.
Endamên komîsyon û hevahengiyê xebatên li ser reşnivîska amade didomînin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse