Li Tirkiyê 136 koçberên Efxan hatin dersînorkirin

12-06-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokatiya Îdareya Koçberan a Tirkiyê ragihand, 136 koçberên Efxan bi rêya firokexaneya Enqere bo welatê wan hatine vegerandin.

Li Tirkiye rojane koçberên ku bi rêyên qaçax derbasî nav axa wî welatî dibin ku dixwazin derbasî Ewropa bibin têne girtin û piştî rêkaran têne dersînorkirin.

136 koçberên Efxan ên ku di demên cuda de hatîn girtin li navendên vegerandina Koçberan yên Stenbol û Kocaelî diman îro 12ê Hezîranê 2023ê ji firokexaneya Enqere bo Efxanistanê hatin vegerandin.

Îsal li Tirkiye 13 hezar û 725 koçberên Efxan hatine dersînorkirin û bi firokeyan bo welatê wan hatine şandin.

Ji serê salê ve heta niha bi giştî li Tirkiye 42 hezar û 685 koçber hatine dersînorkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Wêneyekî temsîlî /  Arşîv

Naveroka Paketa Darazê ya 11an çi ye?

Tê pêşbînîkirin ku 55 hezar girtî bên berdan û bi hezaran girtî jî ji girtîgehên girtî derbasî girtîgehên nîvvekirî bibin