Îddîa: Erdogan di weşana zindî de bersiva pirsan ji prompterê daye

12-08-2021
RÛDAW
Nîşan Recep Tayyîp Erdogan Weşana Zindî Prompter
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Weşana zindî ya du kanalên Tirkiyê Kanal D û CNN TURK ya hevpar bi awayê beşdarbûna Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bû rojev.

Di weşana zindî ya şeva borî 11ê Tabaxa 2021ê de derketina cîhazê prompterê bû sedema îdîaya ku pirsên rojnamevanan bo Erdogan, berî weşanê hatine amadekirin.

Rojnamevan û siyasetmedarên Tirkiyê îdîa dikin ku Erdogan di weşana zindî de dema bersiva pirsên rojnamevanan dida tê dîtin ku ji prompterê dixwîne. Herwiha hinek siyasetmedarên Tikriyê îdîa dikin pirsgirikên Erdogan yên tendirustî hene û di dema weşana zindî balê dikşînin ser wê yekê ku Erdogan di axaftina xwe de hinek caran radiwestê û kesên nêzîkê wî bi pistepistê dibin alîkar.

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu piştî weşanê li ser hesabê xwe yê medya civakî bi peyamekê derbarê cîhazê prompterê de dibêje "Erdogan, dest jê berde. Tu bersivên xwe jî û heqaretên li min jî bikî neçar dimînî li ji prompterê bixwînî. Navçe di bin avê de maye. Nûçeyên karesatan li dûv hev tên lê hêza te ya welat bi rêve birinê nîne. Bi saya te vî welatî gotûbêja pistepista rojnamevanan jî dît."

Alîkarê Serokê Giştî yê CHPê Onursal Adiguzel jî bi twîtterekê derbarê rewşa Erdogan de got "Prompter, pistepist li hewayê difirin. Bi pêdagirî dixwazin bo civakê nîşan bidin ku serkeftî ye lê nabe, nabe."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst