Hewlêr (Rûdaw) - Li gor medyaya Tirkiyê li parêzgeha Stenbolê 2 welatiyên Îsraîlî bi îdiaya ku ji birca Çamlica ya Stenbolê wêneyê mala Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan girtine ji aliyê polîsan ve hatin desteserkirin.
Li gor agahiyan, roja Pêncşemê 11ê Mijdara 2021ê du welatiyên Îsraîlî bi navê N.O. û M.O. ku hevjînê hev in, di şibakên birca Çamlicayê de wêneyên derdor û mala Erdogan girtine û ev jî bala berpirsên bircê kişandiye û polîs hatine agahdarkirin.
Herwiha piştî agahdarbûna tîmên parastina serokkomariyê jî, polîsên Têkoşîna Dij-Terorê yê Stenbolê her du hevjîn desteser kirine.
Li gor agahiyan piştî karê lêpirsînê ya her du welatiyan bi dawî bibe dê sibê 13ê Mijdara 2021ê derkevin pêş dozgeriyê.
Heta niha derbarê bûyerê de ti agahiyeke cûda nehatiye belav kirin.
Berî niha jî meha borî medya fermî ya Tirkiye ragihandibû ku Saziya Îstîxbaratê ya Netewî (MIT) 15 kes bi tawanê bo Mossadê sîxûrtî dikin desteserkirine. Lê Alîkarê berê yê Serokê Mossadê û Serokê Lîjneya Kar û Barê Derve û Berewaniya Îsraîlê ragihand ku ew 15 kes ne girêdayî Mossadê ne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse