ANTALYA - Nêçîrvan Barzanî û Seîd Xetîbzade civiyan

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Seîd Xetîbzade Îran Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê de bi Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Seîd Xetîbzade re civiya û wan "rewşa herêmê û encamên şer" nîqaş kirin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civîna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Seîd Xetîbzade daxuyaniyek belav kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn:

“Her du aliyan ji bo rêlibergirtina ducarebûna şer, pêkanîna aştî û parastina aramiyê ya li tevahiya Rojhilata Navîn teqezî li ser girîngiya berdewamiya agirbest, diyalog û lihevtêgihiştinê kir.”

Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku pêwendiyên Îraq û Herêma Kurdistanê yên li gel Komara Îslamî ya Îranê mijareke din a civînê bû.

Di civînê de teqezî li ser bipêşxistina pêwendiyan û hevkariya hevbeş a di wan waran de hat kirin ku ji bo her du aliyan girîng in.

Foruma 5emîn a Dîplomasiyê ya Antalyayê îro dest pê kir û dê 19ê mehê bi dawî bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst