Hewlêr (Rûdaw) - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê li ser pêvajoyê got, "Pirsgirêka aştiyê êdî gihîştiye asteke wisa ku nabe were bipaşxistin."
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê li navenda giştî ya partiya xwe civîneke rojnamegeriyê li dar xist.
Ayşegul Doganê bûyerên dawî yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê nirxandin.
Doganê ragihand ku paşeroja welêt ne di şer de, di aştî, wekhevî û demokrasiyê de ye û got:
“Divê Pêvajoya Civaka Demokratîk û Aştiyê neyê paşxistin.
Erka sereke ya Komîsyona Parlamentoyê diyarkirina çarçoveya yasayî ye da ku rewşa piştî çekdanînê bi rê ve bibe.”
"Jiyana ti kesî ne di ewlehiyê de ye"
Doganê di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser êrişên çekdarî yên li ser dibistanên parêzgehên Riha û Mereşê.
Wê diyar kir ku tundî êdî veguheriye pirsgirêkeke kûr a civakî.
Ayşegul Doganê sersaxî ji malbatên wan xwendekar û mamosteyan re xwest ku di êrişan de canê xwe ji dest daye û wiha axivî:
"Ev tundiya ku li her derê belav bûye, ne ji ber sedemekê tenê ye, koka wê di sedemên bingehîn de ye.
Em bi salan e hişyariyê didin ku êdî jiyana ti kesî li Tirkiyeyê ne di ewlehiyê de ye.
Tenê bi daxuyaniyên rojane û raporên komîsyonan ev pirsgirêk çareser nabin.
Divê berpirsên siyasî êdî berpirsyariya xwe ya di vî warî de qebûl bikin da ku pergaleke perwerdeyê ya azadîxwaz û wekhevxwaz were avakirin."
Pêvajoya çareseriyê û çekdanîn
Berdevka DEM Partiyê derbarê pêvajoya çareseriyê û xebatên Parlamentoyê de, rexne li hikûmetê girtin ku hîn jî ti gava yasayî ne avêtiye.
Doganê destnîşan kir ku li gorî rapora Komîsyonê, di mijara fesixkirina rêxistinê û radestkirina çekan de di navbera partiyan de lihevkirinek heye.
Ayşegul Doganê got, "Pirsgirêka aştiyê êdî gihîştiye asteke wisa ku nabe were bipaşxistin.
Erka sereke ya Komîsyonê ew e ku çarçoveyeke yasayî diyar bike da ku rewşa paşerojê ya piştî pêvajoya çekdanîna rêxistinê bi rê ve bibe.
Lê belê hîn jî derbarê vê çarçoveya yasayî de ti gav nehatiye avêtin.
Heta derbarê wan mijarên ku bi lihevkirina hevpar hatine diyarkirin de salnameyek jî nehatiye çêkirin.
Tevî ku di navbera partiyên siyasî de têgihiştineke hevpar heye jî, nîqaşên bi vî rengî ku wekî ku ev tişt nînin tên kirin, baweriyê dihejînin û nîgeraniyan zêde dikin."
Mijara guhertina navê partiyê
Doganê li ser nîqaşên kongreya DEM Partiyê jî agahî dan.
Wê got ku niha di rojeva wan de ti nîqaş li ser guhertina nav an jî amadekariya kongreyê tune.
Doganê anî zimên ku eger planeke bi vî rengî çêbibe ew dê bilez bi raya giştî re parve bikin.
"Em dê dev ji têkoşîna ji bo Gulistan Dokuyê bernedin"
Berdevka DEM Partiyê li ser bipêşketinên di dosyeya Gulistan Dokuyê de jî axivî û tekez kir ku divê ti tişt di tariyê de nemîne.
Doganê got "Şeş sal jî derbas bibin, 16 sal jî derbas bibin, em dê dev ji têkoşîna edaletê ya ji bo Gulistan Dokuyê bernedin.
Divê kiryarên rasteqîn werin dîtin û cezakirin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse