Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Stenbolê ya DEM Partiyê ragihand ku wan mîtînga “Azadî ji bo Filistînê” ku dê roja yekşemê li Stenbolê bihata lidarxistin, bi paş xistiye.
Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) ragihandibû ku ew dê 14ê Kanûna Paşînê li Qada Esenyurtê ya Stenbolê ji bo piştevaniya gelê Filistînê mîtînga “Azadî ji bo Filistînê” li dar bixin.
Di daxuyaniya rêxistina Stenbolê ya DEM Partiyê de hat ragihandin ku hemû çalakî û mîtîngên di rojevê de ku ji ber hilbijartinên pêşwext ên di 13-14ê Kanûna Paşînê dê bihatana lidarxistin, hatine bipaşxistin.
Rêxistina Stenbolê ya DEM Partiyê di daxuyaniya xwe de got:
“Ji ber hilbijartinên pêşwext a partiya me dê di navbera 13-14 Kanûna Paşînê de li 90 herêmên pêk bîne, em hemû xebatên di rojevê xwe de taloq dikin û di vê çarçoveyê de em hemû hevalên xwe di hilbijartinan de erkdar dikin.
Di vê çarçoveyê de em mîtînga xwe ya piştevaniya bi Filistînê re ku me biryar dabû li Stenbolê pêk bînin jî bi paş dixin.”
Partimizin 13-14 Ocak tarihinde 90 yerleşim bölgesinde düzenleyeceği önseçim/halk yoklaması çalışması nedeniyle örgütlerimizin gündeminde olan tüm çalışmaları ileri bir tarihe erteliyor ve bu kapsamda merkez kurullarımızdaki arkadaşlarımızın tümünü bu tarihsel önseçim… pic.twitter.com/lRVCDvaDVw
— DEM Parti İstanbul (@dempartistanbul) January 13, 2024
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse