Tirkiye: Mûşeka ku ji Îranê ve hatiye avêtin hat îmhakirin

1 demjimêr berê
Nîşan Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê Mûşek Îran Daxuyanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku mûşekeke balîstîk a ku ji Îranê hatibû avêtin û ketibû qada asmanî ya Tirkiyeyê hatiye îmhakirin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê, mûşek ji aliyê pergalên parastina asmanî yên NATOyê ve hatiye xistin ku li Rojhilatê Deryaya Spî bi cih bûne.

Di daxuyaniya wezaretê de ev agahî hatin parve kirin:

"Mûşekeke balîstîk a ku ji Îranê hatibû avêtin û ketibû qada asmanî ya Tirkiyeyê, ji aliyê pergalên parastina asmanî û mûşekî yên NATOyê ve yên li Rojhilatê Deryaya Spî hat îmha kirin."

"Hemû tedbîr tên standin"

Wezaretê her wiha destnîşan kir ku li hemberî “her cure gefên li ser ax û qada asmanî ya Tirkiyeyê” hemû tedbîr bi biryardarî tên standin.

Wezaretê eşkere kir ku ji bo ku hemû aliyên vê bûyerê werin zelalkirin bi welatê peywendîdar re dan û standin tên kirin.

Wezaretê di dawiya daxuyaniya xwe de anî zimên ku bi pêşengiya ewlehiya neteweyî, hemû bipêşketinên li herêmê ji nêzîk ve tên şopandin û nirxandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst