Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan eşkere kir ku di serdemekê de ku şer û pevçûnên li Rojhilata Navîn zêde bûne, Tirkiye li hember her cure gefan amade ye.
Erdogan diyar kir ku armanca wan a sereke ew e ku welatê wî tevlî şer nebe.
Recep Tayyîp Erdogan di axaftina xwe ya di bernameya "10emîn Fitara Îradeya Millî" ya li Stenbolê de li ser şer û pevçûnên li Rojhilata Navîn û polîtîkayên ewlehiyê yên Tirkiyeyê axivî.
Erdogan bal kişand ser zêdebûna aloziya li herêmê û got ku hikûmet bi baldarî tevdigerê da ku Tirkiye nekeve nav şer.
Recep Tayyîp Erdogan got, "Dûrxistina welatê me ji çala agirî yekemîn pêşîneya me ye."
Serokkomarê Tirkiyeyê da zanîn ku ew pêşhatên di demên dawî de ji nêz ve dişopînin.
"Em li hemberî her cure gefê amade ne"
Recep Tayyîp Erdogan destnîşan kir ku yekîneyên ewlehiyê yên Tirkiyeyê li hemberî gefên îhtîmalî amade ne û got, bi taybetî li hemberî binpêkirinên qada asmanî tedbîr hatine wergirtin.
Erdogan got, "Em li hemberî her cure gefê amade ne" û da zanîn ku Tirkiye pêşhatên derdora xwe ji nêz ve dişopîne û hemû îhtîmalan dinirxîne.
Serokkomarê Tirkiyeyê di berdewamiyê jî de got, "Em ne tenê li beşa xuya ya bûyeran li pêşhatên pişt perdeyê jî dinêrin.
Bêyî ku em ti senaryoyekê bidin der, em pêvajoyê bi hûrgilî analîz dikin."
Tedbîr li hemberî binpêkirinên qada asmanî
Serokkomarê Tirkiyeyê diyar kir ku li hemberî binpêkirinên qada asmanî ya Tirkiyeyê tedbîrên pêwîst hatine wergirtin û got, yekîneyên ewlehiyê pêşhatan ji nêz ve dişopînin.
Erdogan bal kişand ser tecrûbeya Tirkiyeyê ya di warê birêvebiriya qeyranan de û got, ew li hemberî geşedanên li herêmê siyaseteke baldar dimeşînin.
Hişyariya li ser aloziya etnîkî û mezhebî
Serokkomarê Tirkiyeyê her wiha behsa bandorên şer û pevçûnên li Rojhilata Navîn ên li ser Tirkiyeyê jî kir û got ku divê bi taybetî piştî êrişên li ser Îranê, li hemberî provokasyonên li ser bingeha mezhebî yan jî etnîkî baldar bin.
Erdogan di berdewamiyê de got, "Divê em hevdem bi êrişên li ser Îranê re li hemberî sor kirinên li ser bingeha mezheb û koka etnîkî baldar bin" û da zanîn ku civak divê li hemberî provokasyonên bi vî rengî bi hişyarî tevbigere.
Bandora şer û pevçûnên li herêmê
Recep Tayyîp Erdogan di axaftina xwe de behsa şer û pevçûnên li Rojhilata Navîn ên bi taybetî li Xezeyê jî kir û bal kişand ser encamên mirovî yên şerên li herêmê.
Erdogan diyar kir ku li gelek welatên Rojhilata Navîn şer û pevçûn berdewam dikin û ragihand ku Tirkiye pêşhatên li herêmê ji nêz ve dişopîne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse