Pervîn Buldan: Ocalan ji zextên li ser CHPyê aciz e

13-04-2026
Nîşan Pervîn Buldan DEM Partî Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan CHP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Endama Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê û Alîkara Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Pervîn Buldanê diyar kir ku Ocalan ji zextên li ser CHPyê aciz e.

Li gorî gotina Pervînê piştî derketina yasayan dê hevserokên berê yên HDPyê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag dê bên berdan.

Endama Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê û Alîkara Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê li ser pêvajoya çareseriyê ji T24ê re axivî.

Pervîn Buldanê diyar kir ku di hevdîtina 27ê Adarê ya li Îmraliyê de, cara ewil heyeta dewletê û Abdullah Ocalan li pêşberî wan "dan û standineke" rasterast kirine.

"Serdema têkoşîna çekdarî bi dawî bû"

Pervîn Buldanê destnîşan kir ku Abdullah Ocalan di peyamên xwe de gelekî zelal e. 

Endama Heyeta Îmraliyê got."Ocalan bi eşkereyî dibêje ku serdema têkoşîna çekdarî bi dawî bûye û PKK qediya ye. Niha serdemeke nû ya têkoşîna siyasî dest pê kiriye." 

Buldanê her wiha anî zimên ku ji bo serkeftina vê pêvajoyê, divê statûya Ocalan di nav belgeyên fermî an jî di yasayê de wekî "serdanûstandkar" an jî "lîstikvanê sereke" were diyarkirin.

Yasa û vegera endamên PKKyê

Pervîn Buldanê bal kişand ser amadehiyên yasaya ku rê li ber vegera endamên PKKyê vedike û wiha got:

"Heya niha ne me û ne jî Ocalan metna yasayê nedîtiye. Divê ev yasa berî ku were parlamentoyê, bi Ocalan re were gotûbêjkirin.

Ocalan bêyî ku bi rêxistina xwe re bişêwire biryaran nade.

Ji bo ku yasa li parlamentoyê bêyî nîqaş derbas bibe, divê lihevkirinek hebe." 

Buldanê pêşbînî dike ku ev yasa herî dereng heta meha tîrmehê, berî ku parlamento were girtin, derkeve.

Pervîn Buldanê eşkere kir ku Abdullah Ocalan gelekî ji zextên li ser CHPyê û operasyonên li dijî Ekrem Îmamoglu dilgiran e. 

Buldanê her wiha got, "Em di hevdîtinên xwe yên bi Serokkomar (Recep Tayyîp Erdogan) re dibêjin ku divê zextên li ser CHPyê rawestin lê ew bersivê nade û bi piranî tenê guhdar dike." 

Pervîn Buldanê her wiha anî zimên ku piştî derketina yasayan, dê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî werin berdan û Ocalan dixwaze ew di qada siyasî de çalak bin.

Bandora krîzên herêmî li ser proseyê

Buldanê diyar kir ku geşedanên li Sûriyeyê (bi taybetî êrişên li Helebê) "fren" li proseyê daye lê krîza Îranê ew qas bandor nekiriye. 

Endama Heyeta Îmraliyê her wiha got, "Enkara hinekî li benda helwesta Kurdên Îranê ma.

Ocalan dibêje ku Kurd êdî nabin 'şerkerê' ti kesî û divê çareseriyê di nav sînorên welatên ku lê dijîn de peyda bikin."

Guhertinên di nav DEM Partiyê de

Alîkara Serokê Parlamentoyê ragihand ku ji bo avakirina "partiyeke damezrîner" nîqaş berdewam dikin. 

Buldanê got ku dibe ku di bername û peyrewa partiyê de guhertinên mezin werin kirin lê ji ber mijara alîkariya xezîneyê, guhertina navê partiyê hîn ne zelal e. Her wiha diyar kir ku kongreya partiyê dibe ku bikeve meha çiriya pêşîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst